Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da. 2020-08-12 15:00:45       ÎZMÎR – Bavê zarokê 8 salî Sarp Goksoy ku li navçeya Foçayê di bûyera kelekê ya 4 kes têde jiyana xwe ji dest dabûn de winda bûbû Erda Goksû, daxwaz kir ku xebatên lêgerîna kurê wî ji nû ve bên destpêkirin.   Di 2’ê tebaxê de li navçeya Foçayê ya Îzmîrê, keleke ku 10 kes têdebûn noqî avê bûbû. Di vê bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî hatibûn rizgarkirin. Lê zarokê 8 salî Sarp Goksoy di avê de winda bûbû û nehatibû dîtin.    XWEST KURÊ WÎ BÊ DÎTIN    Xebatên ji bo dîtina Goksoy ku hatibûn destpêkirin, di 9’ê tebaxê de bêyî ku bê dîtin, hatibûn bidawîkirin. Bavê Goksoy Erdal Goksoy, bertek nîşanî sekinandina xebatên ji bo dîtina kurê xwe da û got ku ji destpêkirina xebatan daxwazname daye rayedaran lê hê jî tu kes lê venegeriyaye.    KAMPANYA DA DESTPÊKIRIN   Bav Goksoy, diyar kir ku di rewşeke ne baş de ne û got ku dixwaze kurê wî bê dîtin. Goksoy, ji bo destpêkirina xebatên dîtina kurê xwe li ser Change.org kampanya îmzeyan da destpêkirin.