Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan 2020-08-12 14:05:05 WAN – Polisên tîmên taybet li gundê Pagan ê navçeya Payîzavayê bi ser malan de girtin û bi saetan mal û axurên gundiyan kolandin.     Di 9’ê tebaxê de polisên tîmen taybet bi helîkopteran bi ser gundê Pagan ê navçeya Payîzavayê yê Wanê de girtin. Di operasyonê de tîmen taybet li mala welatiyên bi navê Îkram Oner, Necîp Oner û Omer Oner lêgerîn pêk anîn. Tîmên taybet ku derbarê hinceta operasyona xwe de tu daxuyanî nedan, axurên welatiyan jî kolandin. Dema ku gundî sedema kolandina axurên xwe dipirsin tîmen taybet ev bersiv didin wan: “Dema em bibînin hûn ê bibînin ku em li çi digerin”. Piştî kolandinên ku hatin kirin tîmen taybet careke din bi helîkopteran ji gund veqetiyan.