Li Îdirê wesayîta eskerî qulipî: 6 esker birîndar bûn 2020-08-09 19:54:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îdirê, wesayetî eskerî qulipî û 6 esker di qezayê de birîndar bûn. Li Îdirê, wesayîta eskerî ya aîdê Qereqola Tabur a Sînor a 5’emîn, di dema dewriya ser sînorê Tirkiye û Ermanîstanê de qulipî. Hat diyar kirin ku di qezaya rû da de 6 esker birîndar bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.