Li Beyrûtê ji bo 21 kesên winda hêvî nema 2020-08-09 19:42:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku ji bo 21 kesên di teqîna Beyrûtê de winda bûn, hêvî neman. Piştî teqîna li paytexta Beyrût Lubnanê 158 kesan jiyana xwe ji dest dan û hîna jî agahî ji 21 kesan nayê girtin. Hêzên eskerî yên li herêma teqînê xebatên lêgerînê birêve dibin, ragihandin ku ji bo 21 yekên winda êdî hêviyên wan nema ku bi saxî bên dîtin. Di teqîna ku gelek taxên Beyrûtê veguherandin qada şer de, herî kêm 158 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 6 hezar kes jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê, ragihand ku hîna jî agahî ji 21 kesan nayê girtin.