Polîsan mudaxileyî endamên Grûp Yorûmê kirin 2020-08-09 18:52:54 STENBOL - Polîsên ku destûr nedan konsera Grûp Yorûm a li Yenîkapî bê lidarxistin, mudaxile kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.    Grûp Yorûmê xwest li Yenîkapiyê  “9’emîn Konsera Tirkiyeya Serbixwe” li dar bixe. Polîsan berî konserê qad dorpêç kirin. Polîsên ku destûr nedan konsera Grûp Yorûm, mudaxileyî endamên komê kirin. Di mudaxileyê de gelek kes hatin derpkirin, gelek kes jî bi erdê ve hatin kaşkirin û binçavkirin.  Welatiyên derdorê, bi berz kirina dirûşmeyên “Grûp Yorûm gele, nayê bêdeng kirin” bertek nîşanî polîsan dan.    Di mudaxileya polîsan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Buroya Hiqûqê ya Gel, derbarê kesên hatin binçavkirin de, ragihand ku Onurcan Bayrak, Can Bûlût, Erkan Işik û Dogucan Erkmen ji qereqolê hatin berdan.