Ahmed Davutoglu bi rûpoşekî din hat Amedê: Sozên 4 sal berê nehatin bîra wî 2020-08-09 18:02:49   AMED - Serokwezîrê AKP'ê yê berê Ahmet Davutoglu ku ji AKP'ê îstîfa kir û Partiya Gelecek ava kir, piştî 4 salan dîsa hat Amedê. Davutoglu vê carê sozên ku 4 sal berê dabûn şêniyên Sûrê ji bîr kir. Li şûna xaniyên welatiyan ava bike, xanî û kolanên heyî jî tev xera kirin. Maskeya zimanê zikmakî, demokrasî û wekheviyê xist rûyê xwe.      Serokwezîrê AKP'ê yê berê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecek  Ahmet Davutoglu, piştî 4 salan dîsa hat Amedê. Vê carê ji bo Kongreya Teşkîlata Partiya Gelecek a Bajêr hat Amedê. Tavutoglu, ku 4 sal berê di 1'ê Nîsana 2016'an de hat Sûrê û soz da welatiyan ku dê dîsa xaniyên wan ava bike û destûr nede Sûr vala bibe, vê carê sozên xwe ji bîr kir.    Davutoglu, vê carê maskeya demokrasî, aştî û aramiyê xist rûyê xwe û parast ku dê pirsgirêka Kurd li ser esasê demokratî û wekheviyê çareser bikin. Davutoglu, îqtîdara AKP'ê rexne kir û destnîşan kir ku îqtîdar mirovan bê qîmet dike. Davutoglu, da zanîn ku îqtîdar çand, ziman, ked, perwerde û pereyan tevî bê qîmet dike û mirovan bê qîmet dike.    Davutoglu, parast ku dê li dijî binpêkirina mafan têkoşîna demokratik, wekhevî û aştiyê pêş bixe û got: "Eger welatiyên Kurd xwe wekhev û azad hîs nekin, de tu kes xwe azad û aram hîs nekin. Pirsgirêka Kurd ji ber kêmbûna demokrasî û cudakariya nasnameyan çareser nabe. Davutoglu, diyar kur ku dikarin li ser bingehê hemwelatiya demokratik û baweriya welatiyê wekhev ê vî welati dikarin bi Kurdan re bibin yek û ev bawerî dê bi perxerdehiya zimanê zikmakî xurt bibe.    SOZÊN 4 SAL BERÊ JI BÎR KIR: LI ŞÛNA AVA BIKIN XERA KIRIN     Ahmet Davutoglu, dema 4 sal berê di 1'ê nîsana 201'an de hatibû Sûra Amedê û li pêş Mizgefta Mezin axivîbû, soz dabû gelê Amedê ku dê xaniyê wan ê xeraûye dîsa avabike. Lê li şûna sozên xwe pêk bînin xaniyên heyî jî tev xera kirin. Piştî 2016'an 6 taxên Sûrê tev dem û dûz bûn û li şûna wan xaniyên bi karton hatin avakirin. Davutoglu, 4 sal berê gotibû 'Ew xera bikin em ê dîsa ava bikin. Wekî me soz daye, her kevirê ku wan xera kir û şewitand, emê dîsa ava bikin. Her esnafê ku wan zerar daye wan emê dîsa zerara wan bidin wan. Her xanî û kolana wan rûxandiye emê dîsa ava bikin. Lê di nava 4 salan de xanî, kolan û mîmariya heyî jî tev bi kepçeyan xera kirin û li şûna wan mîmariyek din ava kirin û 10 qat buha difiroşin Amediyan an jî mirovên xwe lê bi cih dikin.