Şêx û rûspîyên Girê Spî: Divê aqilmend destûr nedin fîtneyên dijmin 2020-08-09 17:17:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêx û rûspîyên eşîrên kantona Girê Sipî bang li şêniyan kir ku bêhna xwe fireh bikin û fîtneya ku aliyên dijber ên ku dixwazin ewlehiya herêmê bihejînin neyên xapandin. Rûspiyan xwestin ku aqilmendên êlan rola xwe bilîzin û rê li pêşiya vê fîtneya ku dê pêşketin û jiyana hevpar a gelê herêmê hilweşîne bigirin.     Rûspiyên êlên kantona Girê Sipî bi rêya daxuyaniyekê bang kirin. Şêx Hemed El-Xelef daxuyanî li navçeya Eyn Îsayê ya başûrê bajarê Girê Spê yê dagirkirî bi tevlibûna rûspiyên êlên herêmê xwend. Di daxuyaniyê de rûspiyan peyamên hişyarkirinê ji fîtneyê û tunekirina wê dan û sersaxî ji êla Igêdat re xwest. Şêx û rûspiyên eşîran di daxuyaniya xwe de destinîşan kir ku pêwîst e êlên herêmê roleke mezin bi rêya aqilmendên xwe bilîzin, fîtneyê tune bikin û pê neyên xapandin. Ji ber ku encamên wê ne baş in û dibin sedema hilweşandina pêşketina herêmê.   Şêx û rûspîyan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tevna civakî û muzeyîka ku li ser rêgeza biratiya gelan û hezkirina welat ava bûye û da zanîn ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku li eniyên li tevahiya herêman şer dikin, ji bo ku terorê tune bikin û ji bo wê berdêlên biha didin. Şêx û rûspiyan di berdewama daxuyaniya xwe de, kiryarên terorîst ên ku sembolên eşîran hedef girtibûn, herî dawî qetilkirina şêx Metşer El-Hefel, şermezar kir û îşaret pê kir ku ev sûc siyaseteke krêt e û armanca wê belavkirina tevlihevî û fîtneyê li herêmê ye. Rûsipiyan di daxuyaniyê de sersaxî ji qebîleya Igêdat re xwest û bang li wan kir ku bêhna xwe fireh bikin da ku armanca aliyên fîtneyan diafrînin pêk neyên.   Şêx û rûspiyan herî dawî soz da ku dê destkeftiyên herêmê û ewlehiya wê biparêzin. Ev daxuyanî li gel helwesta rûspiyên êlên herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê yên girêdayî bûyerên kuştinê yên li dijî rûspiyên êlan û kesayetên siyasî hat. Hemûyan bûyerên qetilkirinê şermezar kirin û aliyên ku dixwazin jiyana hevpar û biratiya gelan a herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin tawan bar kirin.