Di Çemê Kizilirmakê de 2 zarok xeniqîn û bav winda ye 2020-08-09 17:02:21   NAVENDA NÛÇEYAN -  Di Çemê Kizilirmakê de 2 zarokên ketin avê xeniqîn û bavê wan jî winda ye.     Li Taxa Omer Hacili ya Navçeya Sarioglan a Qeyseriyê 2 zarok di çemê Kizilirmakê de xeniqîn. Bav Îsmail Çoban ê 38 salî, zarokên wî Eyüp (14) û Azra (10) li herêma Kermelikê ketin Çemê Kizilirmakê. Piştî demekê bav û zarok ber bi pêlên çem çûn. Di çem de 2 zarok qeniqîn û bav winda bû.