Xelatên pêşbirka Rojnameger Denîz Firat dan xwediyê wan 2020-08-09 16:43:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xelatên 5’emîn pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan ya Şehîd Denîz Firat dan xwediyê wan. Di merasîma xelat dayînê de soz dan ku dê rêya kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane bişopînin.    Li Salona Konferansê a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo 5'emîn pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan merasîmek xelatdayînê ji aliyê YXA’ê hat lidarxistin. Beriya ku marasîma xelatdayînê destpêbike, di kesayeta Şehîd Denîz Firat de ji bo tevahî kesên di têkoşîna azadiyê û di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mamoste Delîl Tok axaftina vekirinê kir. Mamosta Delîl ewil xêrhatina hemû kesên ku beşdarî pêşbirkê bûyî û gelê amade kir û got: “Wêje girîngiyek herî mezin a her netewekê ye û jiyan kirina wê ya bi hevdûre ye. Her wiha  gihandina hemû netewan a bi hevdû re bi wêjeyê hîn girîngtir dike. Ji bo wê jî em dixwazin civakekî demokratîk ava bikin, bi hemû netewan re di nava wêjeyek dewlemend de jiyan bikin û bidîn jiyankirin.” Piştî axaftina vekirinê bavê Rojnameger Denîz Firat Naîf Yildistan jî xêrhatina tevahî pêşbirkvanan û kesên amade kir. Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser jiyana Firat hatî amadekirin hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê xelatên kesên beşdarî pêşbirkê bûyîn hat dayîn. Lê ji ber rewşa nexweşiya Vîrûsa Koronayê, protokol nehat amadekirin tenê kesên ku pile girtî xelatên xwe girtin.   Navê kesên di berhemên Çîrok, Helbest û Wêne de bûn yekemîn, dûyemîn û sêyemîn.   Beşê zimanê Kurdî/Kurmancî-Çîrok   1’emîn Hasîp Yanliç ji Amedê beşdarbûye û navê berhema wî Gelo Ez Mirîme.   2’emîn Mistê Dilzîz Turkçyuzlu navê berhema wî Evîna Pilatonîk.   3’emîn Îrfan Yildiz ji Siwîsre beşdarbûye û avê berhema wî Şîfre ye.   Beşê Zimanê Kurdî/Kurmancî-Helbest   1’emîn Welat Xerîb navê berhema wî Hebûna Min.   2’emîn Diljîn Stêrk ji Mexmûr beşdarbûye berhema wê Pênûsa Min.   3’emîn Nesrîn Farqîn ji Mexmûr beşdarbûye navê berhema wê Pepûle.   Beşa zaravayê Zazakî-Çîrok   1’emîn Şeyda Asmîn ji Mûşê beşdarbûye navê berhema wê Pîvoke.   Beşa zaravayê Zazakî-Helbetan   1’emîn Omer Farûq Ersoz ji Bakûrê Kurdistanê beşdarbûye navê berhema wî Ciniyê Kurdan.   Beşa zaravayê Soranî-Helbest   1’emîn û 2’emîn heman kese ango Dildarê Xak ku ji Hewlêrê beşdar bûye navê berhema yekem Îtir Bese Gelî Başûr û berhema dûyemîn jî Qewmî Heftan.   3’emîn Keder Tayboxa ji Mexmûr beşdarbûye navê berhema wê Rolekanim.   Beşa Wêne   1’emîn Nûrhat Hesen ji Efrîn beşdarbûye.   2’yemîn Welat Kilîm ji Mexmûr beşdarbûye / Ji Silêmaniyê Şalaw Hesen. (Di beşê wêne de 2 kes bûn duyemîn)   3’yemîn Emîn Karahan ji Îzmîr beşdarbûye.   Beşa Erebî-Çîrok   1’emîn Serhat Qamişlo navê berhema wî Denîz Firat.   Beşa Erebî-Helbest   1’emîn Laleş Ebdûrehman navê berhema wê (Telefuza erebî-Qulub meelîbe)   Beşa Tirkî-Helbest   1’emîn Welat Azad  Emîrhanolglû ji Amedê beşdarbûye navê berhema wî Bir İhtimalse Yaşamak.   Ji bo hemû saziyên wargehê û yên ku têde ked dayîn diyarî hat dayîn.   Piştî xelat dayînê endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî û got: “ Em spasiya hemû kesên beşdarî pêşbirka Şehîd Denîz Firat bûyîn û hemû kesên ku di vê pêşbirkê de ked dayîn dikin û di jiyana wan de serkeftinê dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku ew keda hatî dayî li gorî daxwazên şehîdan bin û hem şehîdên xwe hemûyan bi minetdarî bi bîrtînin.”   Merasîma xelatdayînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.