Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû 2020-08-06 19:24:07       AMED – Zulkuf P. ku piştî giliya S.P.'ya ku tahde lê kiribû hatibû binçavkirin, roja serbest hatibû berdan, jina pê re zewicandîbû S.P.'yê û zavê S.P.'yê Huseyîn Balta bi giranî birîndar kiribû. Balta piştî bi giranî birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneyê, lê belê piştî ji nexweşxaneyê hat tabûrcîkirin li malê jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Dîcle Kent a navçeya Yenîşehîr a Amedê, Zulkuf P., di 2'yê Tebaxê de xwestibû S.P. (39) a pê re zewicandîbû bikuje. Zulkuf P., piştî S.P.'yê bi giranî birîndar dike ji cihê bûyerê direve, lê belê zavê S.P.'yê Huseyîn Balta pêşî lê digire. Gava pêşî lê tê grtin, bi kêrê Balta birîndar dike.    S.P.'ya bi giranî birîndar bûbûn rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. S.P. ku piştî sê rojên li beşa awarte sewqî Beşa Cerahiya Singê kiribûn.    NEXWEŞXANEY TABÛRCÎ KIR, LI MALÊ JIYANA XWE JI DEST DA    Zulkuf P., piştî S.P.'yê birîndar dike hewl dide xwe di şaneşînê re bavêje û bireve, lê belê wexta direve leqayî zaveyê S.P.'yê Huseyîn Balta tê. Zulkuf P., Balta jî birîndar dike û direve. Huseyîn Balta yê bi giranî birîndar dibe radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Baltayê ku bijîşkan ji malbat wî re gotibû dibe ji navê berjêr felcî bibe, duh bi şev hat tabûrcîkirin. Lê belê îro danê sibehê jiyana xwe ji dest da.    Kurê Huseyîn Balta, Mûrat Balta anî ziman ku bavê wî ji ber îhmalkariya nexweşxaneyê û qereqolê miriye.    Balta, anî ziman ku Zulkuf P. roja ji qereqolê tê berdan xaltîka wî bi giranî birîndar dike û dibe sebeba mirina bavê wî. Balta got: "Zulkuf P., tam şeş mehan tahde li xaltiya min S.P.'yê dikir. Me giliyê wî kir. Polîs lê digeriyan. Herî dawî wexta dîsa tahde li xaltiya min kiriye gotiye 'Ez ê we bikujim, ez ê yeko yeko we jê bikim.' Wê rojê gava Zulkuf P. li mal bû, me telefonî polîsan kir. Polîs hatin wî birin. Îfadeya wî girtinç Dû re polîsan got, 'Niha diçe dozgeriyê, wê bê girtin. Careke din nikare bela xwe di we de bide.' Bû şev hat berdan. Piştî hat berdan, du saet şûnde cardin zarokên wî telefonî polîsan dikin û dibêjin 'Bavê me li diya me dixe.' Xaltiya min bi giranî birîndar bûbû."    Balta, diyar kir ku gava Zulkuf P. ji cihê bûyerê direve, ew û bavê wî leqayî hev tên û Zulkuf P. bavê wî birîndar dike. Balta, anî ziman ku dû re bavê wî rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û got, piştî sê rojên di beşa awarte de bavê wî tê tabûrcîkirin.    Balta got: "Me jî nedixwets bê tabûrcîkirin. Me pirsî 'çima tê tabûrcîkirin?' Bijîşk got, bi awayekî ji xwe bawer got, 'rewşa wî pir baş e.' Got, tenê divê di warê fizîkî de bê tedawîkirin. Me jî got, heger cih tunebe em wî bibin nexweşxaneya taybet. Gotin, hewce nake. Bû, êvar me ew bir malê. Serê sibehê jî wefat kir. Serbijîşk ji me re got, 'ji dêvla hûn didin dû bijîşk, bidin dû kesê ew kêr kiriye.' Her tişt di kameraya nexweşxaneyê de qeydkirî ye. Bavê min ji ber îhmalkariya nexweşxaneyê û qereqolê jiyana xwe ji dest da."    PARÊZER: ÎHMALKARÎ YE    Parêzer Bûrcû Korkmaz jî anî ziman ku Zanîngeha Dîcleyê bi awayekî pir aşkere îhmalkarî kiriye û got, bûyer sedema mirina kesekî. Korkmaz, diyar kir ku ew ê şopdarê bûyerê bin.