Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan 2020-08-06 16:15:32   ANTALYA - B.K. ê tecawîzî zaroka 16 salî kiribû, ligel rapora nexweşxanê jî, di doza lê dihat darizandin de bi îdîaya “delîlên kêm” hat berdan.    Zilamê bi navê B.K. di 18’ê Çileya 2020’an de li Antalyayê tecawîzî zaroka 16 salî N.D. kiribû. N.D. derbarê B.K. de gilî kiribû û B.K. bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “Kes ji mafê wê yê azadiyê girtin” hatibû girtin. 3’yemîn danişîna doza B.K. li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê pêk hat.    Zaroka 16 salî N.D., parêzerên wê, parêzerên bersûc û hin şahid beşdarî danişînê bûn. Bersûc B.K. ji ber pirsgirêkên di SEGBÎS’ê de rû dan, beşdarî danişînê nebû. Şahid hatin guhdar kirin û parêzerê bersûc sûcê li ser muwekîlê xwe red kir û beraeta wî daxwaz kir. Parêzerên N.D. a mexdûr jî, di parastinê kirin ku dan zanîn ku sûcê bersûc bi raporê jî hatiye aşkere kirin.    Dûre dozger xwest ku girtina bersûc dewam bike. Lê şandeya dadgehê bi îdîaya “delîlên kêm” derbarê bersûc de biryara berdanê da û danişîn taloq kir.   ‘BIRYAR NE HIQÛQIYE’   Parêzerê N.D. Ayşîm Kontaş, bertek nîşanî biryara berdana bersûc da û wiha got: “Biryar ne hiqûqiye. Di dosyayê de dîlên nehatine komkirin hene. Dibe ku bersûc delîlan ji holê rake. Ji ber vê jî ma be divê bi girtî bê darizandin. Ez fêm nakim ku çawan dibe xanima dadger biryarek wisan bide. Bûyera tecawîzê aşkereye. Berdana bersûc ne hiqûqiye.”