Li Cizîrê kurdî qedexe ye! 2020-08-06 14:17:32 ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê, xwediyên dikanên li navenda danûstandinê ya nû vebû, axaftina bi kurdî li xebatkarên xwe qedexe kirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku mehên borî qeyûmê wê tabeleyên bi kurdî rakiribû û li gelek cafeyên wê kurdî hatiye qedexekirin, vê carê jî xwediyên dikanên li Navenda Danûstandinê ya Cîzre Parkê ku beriya Cejna Hecîyan li navçeyê vebû, axaftina bi kurdî li xebatkarên xwe qedexe kirin. Xebatkaran, ragihand ku xwediyên dikanan axaftina bi kurdî li wan qedexe kirine.   Hat diyarkirin ku rayedarên maxazayan, ji xebatkaran re ragihandine ku qeyda deng û dîmenên maxazayan heye û  axaftina kurdî li wan qedexe kirine.    ‘EM Ê JI KARÊ XWE BIBIN’   Xebatkarekî navendê, pirsa muşteriyekî ya bi vî rengî “Hûn çima bi kurdî xeber nadin, li gel ku hûn kurdî fêm dikin jî bi tirkî bersiv didin?” wiha dibersivîne: “Kurdî ji aliyê xwediyên dikanan ve hatiye qedexekirin. Heke em bi kurdî xeber bidin, dê ji karê xwe bibin.”