Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin 2020-08-06 14:12:09 STENBOL - Rêxistina Efûya Navneteweyî têkildarî rewşa girtîgehan daxuyanî da û anî ziman ku girtî di şertên pir tirsnak û dijwar de tên girtin.    Rêxistina Efûya Navneteweyî, têkildarî pêvajoya şewba kurevî (Covît-19) û rewşa girtîgehan daxuyanî da. Rêxistina Efûyê bi sernavê “Di serdema Pandemiyê de yên Wêrekiya  Parastina Mafên Mirovan dikin" daxuyanî da û diyar kir ku girtî di şertên pir tirsnak û zor de dimînin. Rêxistina Efûyê anî ziman ku hikûmetên dewletên ku Misir, Hindistan, Îran û Tirkiye jî heye di mijara girtîgehan de durû tev digerin û zagonên înfazê ya Tirkiyeyê rexne kir.    Rêxistina Efûyê rexne kir ku çima girtiyên siyasî li dervê zagona înfazê hiştine û wiha got: "Di nava van kesan de siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, rojnameger, akademisyen û parêzer hene. Zextên li ser Çaemeniya Azad û Civaka Sivîl a Serbixwe didome. Girtî di nava şertên qirêj de tên girtin. Hêjmara girtiyan pir zêde ye. Gelek rojnameger û parazvanên mafên mirovan tenê ji ber mafên mirovan parastine hatine girtin.    Di nava van kesan de Nivîskar Ahmet Altan, siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş û Gulltan Kışanak, karsaz Osman Kavala jî heye. Girtî di bin rîskek mezin de tên girtin.