Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2020-08-06 14:01:51   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi muwekîlê xwe re 5 hevdîtinan kiribûn.   Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî bi neyînî serlêdanên parêzerên ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re nayên bersivandin.