Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir 2020-08-06 13:46:23 NAVENDA NÛÇEYAN – Li seransere cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê 19 milyonî derbas kir.    Malpera “worldometers” ku daneyên giştî yên vîrûsa koronayê dide, ragihand ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê derketiye 19 milyon û 415 kesî û hejmara kesên ku pê jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 711 hezar û 627 kesî.    10 WELATÊN LI PÊŞ    Her deh welatên ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li wan zêde ye bi dorê wiha ne: Amerîka 4 milyon û 973 hezar û 741 ke, Brezîlya 2 milyon û 862 hezar û 761 kes, Hindistan milyonek û 967 hezar û 700 kes, Rûsya 871 hezar û 894 kes, Afrikaya Başûr 529 hezar û 877 kes, Meksîka 456 hezar û 100 kes, Perû 447 hezar û 624 kes, Şîlî 364 hezar û 723, Îspanya 352 hezar û 847 kes û Kolombiya 345 hezar û 714 kes.