Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike 2020-08-06 13:41:21 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî rapora CPT’î ku salek û nîvek şûnde parve kir, daxuyanî da û got: "Rapor girîng e. Lê têr nake. Divê berî her tiştî pergala îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), duh rapora encama ziyareta 2019'an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir. Buroya Hiqêqê ya Sedsalê têkildarî parvekirina rapora CPT'î daxuyaniyek nivîskî weşand. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, têkildarî rapora CPT diyar kir ku rapor girîng e, lê kêm e. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyê de wiha got: “Di serî de saziya CPT û hemû  rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, divê ji bo îşkenceya li Girava Îmraliyê heye bi dawî bikin, têbikoşin. Divê erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.   Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropa, di salên 2017 û 2019'an de li Girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîn. Encama van ziyaretan aşkere dike. Di 6-17'ê Gulana 2019'an de girtîgeh ziyaret kirin. Yek ji girtîgehên ziyaret kirin jî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bû. Encama rapora ziyareta 2019'an hêj nû aşkere dike. Rapor kêm û bi tirs hatiye amadekirin. Lê ji ber pergala îşkence û bê hiqûqiyê daniye holê girîng e. Di raporê de daneyên îhlalê yên girîn parve dike. Tê dîtin ku qedexeya îşkenceyê îhlal kiriye. Li Girtîgeha Îmraliyê li Tirkiye yekem car bi pergalek taybet tê meşandin. Îro ev pergal li hemû girtîgehên din belav kirine û kirine pergalek ji rêzê û asayî. Wekî Rejîma Înfaza Cezayên hatiye girankirî tê zanîn. Ji xwe DMME'ê jî pêkanînen li Îmraliyê tên kirin wekî îşkence pênase dike. CPT, di raporên berê de jî xwestibûn ku ev îhlalên îşkence û muameleyên xerab bi dawî bibe.    REWŞ MIROVAN DIXE NAVA FIKARAN   Yek ji aliyê balkêş ê rapora CPT'ê ku parve kirin, astengiya ziyareta parêzeran ku di sala 2011'an de dest pê kir û astengiya zêde ya li pêş malbatan ku piştî sala 2014'an dest pê kir, derket holê ku mijara diyalog û niqaşa di nava CPT û Tirkiyeyê de derketiye holê ye. Lewra  CPT piştî 15'ê tîrmeha 2016'an û bi OHAL'ê re, têkiliya Ocalan û cîhana derve bi herve qut bû, ev pêvajo wekî ‘tecritê’ pênase kir û li gel OHAL di sala 2018’an de rabû jî, serdanên ziyareta parêzer û malbatan hatiye redkirin. Ev yek me bêtir dixe nava fikaran.    Rapora CPT'ê wekî îhlala qedexeya îşkenceyê pênase dike. Li Îmraliyê pêkanînên hucreyê kirine tiştekî asayî û rûtin. Ragihandin bi sînor kirin. Destûr nedan ku parêzer û malbat bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin.  Ev yek ji aliyê pîvanên navneteweyî jî nayê qebûlkirin.    Daxwaza CPT ya ji hikûmetê girîn e. Ji sala 2011'an heta 2019'an hevdîtina parêzeran nehat kirin. CPT’ê jî ev yek tespît kiriye. Dîsa cezayê keyfî û li dijî hiqûqê yên dîsîplînê di mehên Gulan, Hezîran u Tebaxê de pêk hatiye. Lê piştî Tebaxa 2019'an tu astengiyên zagonî û hiqûqî tune. Lê dîsa ziyareta parêzeran tê astengkirin. CPT nîşan dike ku pêwiste hevdîtin bi rêk û pêk bê kirin. Têkildarî hevdîtina malbat û parêzeran agahiyên mehane dixwaze. Ji ber vê yekê ev rapor girîng e.      CPT, diyar dike ku rapor bi erêkirina dewletên endam hatiye parvekirin. Her çend rapora CPT'ê bi erêkirina dewletan bê parvekirin jî divê CPT ne li gorî erêkirina dewletan, divê ji bîr neke ku li gorî hiqûqa mafên mirovan tev bigere. Divê pozisyona xwe ya ser dewletan ji bîr neke. Tenê erkek CPT’î heye. Ew ji astengiya îşkenceyê ya di nava Pergala Hiqûqa Ewropa de ye. Peymana sazkirinê vê yekê îfade dike.    ÎMRALÎ BI PERGALA ÎŞKENCEYÊ TÊ RÊVEBIRIN   Rapora CPT’ê pir girîn e. Her çend ev ziyaret bi zimanekî diplomatik be jî carek din nîşan da ku Pergala Tecrîda li Îmraliyê, bi pergala Îşkenceyê tê rêvebirin. Rapor girîng e, lê mixabin rapor kêm e. Divê bi rêk û pêk rapor bê amedekirin. Di serî de em bang li CPT û hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dawî li Pergala Îşkenceyê ya li Îmraliyê bînin."