AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest 2020-08-06 13:34:20 AMED - Hat diyarkirin ku Navenda Giştî ya AKP’ê, îstîfaya serokên xwe yên 12 navçeyên Amedê xwestiye.   Hat diyarkirin ku Navenda Giştî ya AKP’ê, îstîfaya serokên xwe yên 12 navçeyên Amedê xwest. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Navenda Giştî ya AKP’ê piştî serok tayînê navçeyên Sûr, Gêl û Şankuşê kirine, ji Serokatiya Bajar a Amedê xwestiye ku serokên navçeyên Rezan, Yenîşehîr, Licê, Pasûr, Hezro, Bismil, Farqîn, Çinar, Erxenê, Peyas, Hênê û Pîranê jî îstifa bikin. Her 12 serokên ku ji bo Enqereyê hatin vexwendin li bendê ye ku îstifa bikin.   Serokê AKP’ê yê Bajar ê Amedê Serdar Bûdak, derbarê mijarê de ji çapameniya herêmî re axivî û diyar kir ku biryara hatiye dayîn biryar navenda giştî ya partiya wan e, lê niha serokên navçeyên me li ser peywira xwe ne.