S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke 2020-08-04 14:14:35   ÇEWLÎG - Komîsyona Jinan a Baroy a Çewlîg, parêzertiya jina bi navê S.E. ya rastî tundiya hevjînê xwe hat girt ser xwe û ji bo ku hem doz berdanê û hem jî tundiyê derbarê Hasan E. bê vekirin de, du parêzer peywirdar kirin.     Jina bi navê S.E. û 3 keçên xwe yên li gundê Gamêşan ê girêdayî navçeya Kanîreşa Çewligê dijîn, rastî tundiya hevjînê xwe Hasan E. hatin. Keça S.E. bûyera tundiyê girt kamerayê û di medya civakî de parvekir. Piştî ku bûyera tundiyê derket holê, eskeran Hasan E. binçav kir. Lêpirsîna Hasan E. ya dibin çavan de dewam dike. Komîsyona Jinan a Baroy a Çewlîg a parêzertiya jina bi navê S.E. ya rastî tundiya hevjînê xwe hat girt ser xwe, li ser hesabê xwe yê medya civakî par vekir ku wan 2 parêzer peywirdar kirine. Ji parêzerên Baroya Çewligê Nûran Aydin, diyar kir ku ji bo ku hem doz berdanê û hem jî tundiyê derbarê Hasan E. bê vekirin de, wan 2 parêzer peywirdar kirin.     Aydin, da zanîn ku S.E. û keça wê ya 17 salî di bûyerê de rastî tundiyê hatine û wiha got: “Dayik û 4 keçên xwe yên rastî tundiyê hatin, ji mala ku lê diman derketine û li adresek din hatine bicihkirin.”