ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin 2020-08-04 13:59:46   ENQERE - Odeya Tabîban a Enqereyê diyar kir ku li gorî lêkolîna li qadê li Enqereyê rojê nêzî hezar kes bi şewbê dikevin û li unîteyên venêrtina zêde ji nexweşan re cih nemaye.    Oteya Tabîban a Enqereyê (ATO), rapora der barê vîrûsa corona (Covid-19) ku piştî asayîbûnê li qadê lêkolîn kirin, bi raya giştî re parve kir. ATO, rapora amade kiriye bi raya giştî re parve kir. ATO da zanîn ku wan xelat li ser 249 hekimên taybet û cemaweriyê lêkolîn kir û di navbera 29 Hezîran û 25'ê tîrmehê de lêkolîn kirine. ATO di raporê de da zanîn ku hêjmara nexweşên bi şewbê di Tirmehê de zêde bûye û di nava herêmên herî zêde bûye de Enqere jî heye û wiha cih da raporê. "Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca jî di destpêkê de diyar kir ku li 5 bajaran belav bûye. Li gorî lêkolîna li qadê li Enqereyê rojê nêzî hezar kes bi şewbê dikevin."     LI VENÊRTINA ZÊDE CIH TUNE   ATO di raporê de anî ziman ku li gorî lêkolînê li nexweşxaneyên pandemî  li beşên venêrtina zêde cih nemaye û hemû beş tijî bûne û wiha cih dan raporê: "Li gorî lêkolînên hatine kirin li beşên venêrtina zêde yên nexweşxaneyên din jî pirsgirêk hene. Êdî beşên venêrtinên zêde yên nexweşxaneyan ji ber cih tune nexweşan qebûl nekin. Nexweşê li şuna li unîteyê bê tedawîkirin, li serwîsê lezgînî li ser sedyeyan tedawî dibin. Li nexweşxaneyên ku ne pandemî ne nexweşan dişînin malên wan.    LI ODEYÊN 16 NEXWEŞAN 24 NEXWEŞ DIMÎNIN   Li Nexweşxaneyên Pandemî li odeyên ku 16 nexweş bimînin 24 nexweş tên girtin. Test tenê li ser kesên semptomên wan hene tê kirin û ji sedî 42.58 testa wan tên kirin. Kesên temas kirine jî sedî 30 test tê kirin. Ji bijîşkên li beşên vîrûsê kar dikin ji sedî 96.79 testa Covid-19 nehatiye kirin. Di Hezîranê de 7 xizmetkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Li Enqereyê xizmetkarên tenduristiyê yên bi şewba vîrûsê ketine hêjmar gihiştiye 488’an."