Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê 2020-08-04 13:53:19   ENQERE – Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, firotina jinên êzidî bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Jin û zarokên êzidî ku weke kole hatine firotin, ji aliyê malbatên DAIŞ’î ve çawa wiha hêsan heta Enqereyê hatine?” Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, dîtina jinên êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dizîn û weke kole hatibûn firotin a li Enqereyê bir rojeva meclisê. Ûca, derbarê mijarê de bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne pêşniyazpirsek da Serokatiya Meclisê.   BÛYERÊN LI TIRKIYEYÊ   Ûca, di pêşniyazpirsa xwe xwe de qala pêvajoya revandin û firotina jinên êzidî ya li bazarên koleyan kir û destnîşan kir ku yek ji welatên ku jinên êzidî lê tên firotin Tirkiye ye û ev tişt got: “Di salên dawîn de şopên jin û zarokên êzidî yên hatine revandin li Tikriyeyê tên dîtin. Zarokên êzidî ji aliyê malbatên DAIŞ’î ve radestî êtîmxaneyan tên kirin û jinên ku weke kole hatine kirîn jî ji aliyê kesên ku hatine kirîn ve ji bo malbatên xwe tên firotin û rizgarkirin. Bûyera herî dawî jî hefteya borî li navçeya Sîncanê ya Enqereyê pêk hat. Li aliyê din sala borî jî li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê jineke ciwan ji malbateke ku ew weke kole kiribû, hatibû rizgarkirin û emîrê DAIŞ’ê hatibû binçavkirin. Dîsa li Kirşehîrê, malbateke DAIŞ’î 2 zarokan radestî êtîmxaneyê kiriye, daraza tirk jî her dû zarokan radestî xwişka wan ku daxwaza wan dike nake.”   PIRSÊN LI OKTAY HATINE KIRIN   Ûca, bi daxwaza ku bibersivîne ev pirs ji Oktay kirin:   "* Dîtina jinên ku weke kole hatine firotin a li paytexta Tikriyeyê asayî ye? Malbatên DAIŞ’î jin û zarokên ku weke kole kirine, çawa wiha hêsan heta paytexta Tirkiyeyê tînin?   * Malbata ku bi salan e jineke ciwan weke kole li cem xwe digire û îşkenceyê lê dike, hê jî bi azad li Enqereyê digere? Derbarê vê malbatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke nehatibe destpêkirin, sedema vê çî ye?   * Li gel ku bi hezaran hêzên ewlehiyê yên ku her gav û deverê kontrola nasnameyê dikin hene, çawa çidibe kesekî aşkera tê zanîn bazirganiya koleyan dike û DAIŞ’î ye, bi hêsanî dikeve welat û derdikeve, hûn vê rewşê çawa aşakera dikin? Ev kesê DAIŞ’î ku bazirganiya koleyan dike, hê jî di navbera Iraq û Enqereyê de bi hêsanî rêwitiyê dike?   * Milîtanên rêxistineke ku li Tirkiyeyê gelek teqînên bombeyi kiriye û bûne sedema mirina bi dehan kesan, çawa çidibe ku li paytexta Tirkiyeyê niştecih in? Gelo çav ji van kesên ku li Tirkiyeyê dijîn û bazirganiya koleyan dikin re tê girtin? Kî çavên xwe ji van re girtine û destûr dane wan?   * DAIŞ’iyê ku di sala 2019’an de li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê jineke ciwan ku ji aliyê kekê xwe hatibû rizgarkirin digirt, hatibû binçavkirin. Derbarê vî kesî de doza cemaweriyê hatiye vekirin? Heke hê doz nehatibû vekirin, sedema vê çî ye? Ev sûcdar hê bi awayekî azad li kuçeyê digere?   * Derbarê malbata DAIŞ’î ku 2 zarokan revandibû û radestî Êtîmxaneya Kirşehîrê kiribû de lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Sedema destnedana malperên ku bazirganiya koleyan dikin çî ye?    * Xebateke we ya ku pêşî li sûcên ku DAIŞ dike bigire heye?"