HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e? 2020-08-04 13:26:26     ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî kuştina eskerê Kurd Osman Ozçalimli yê got "Gefan li min dixwin" û piştre kuştî hat dîtin, pirsname da meclîsê û got: "Piraniya eskerên bi guman tên kuştin Kurd û elewî ne. Gelo ev tesaduf e?"    Eskere Kurd Osman Ozçalimli, 3 roj berê li Îzmîrê kuştî hat dîtin û 2 roj berê cenazeyê wî li Navçeya Dîgorê ya Qersê defin kirin. Malbatê bertek nîşan da û got "Kurê me kuştin" Osman jî beriya bê kuştin bi telefonê li bavê xwe geriya bû û gotibû "Gefan li min dixwin" Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum pirsname da meclîsê. Gulum pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Parastinê Hulusi Akar bibersivine.    Gulum, anî ziman ku li gorî daneyên Wezareta Parastinê di navbera salên 2002–2013'an de hezar û 35 eskeran întîhar kiriye û piraniya van întiharan di nava civakê de bi guman in. Gulum, anî ziman ku îqtîdar rastiyê aşkere nake û kesên berpirsiyar ceza nake   Gulum ji bo Akar bibersivîne ev pirs pirsîn:    “* Sedema mirina Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Navçeya Alîaga ya Îzmîrê kuştî hat dîtin çiye? Têkildarî mirinê rapora Saziya Tipa Edlî hatiye amadekirin? Ger ku rapor tune be çima ji malbatê re gotine Qeyrana Dil derbas kiriye? Çima rastiya mirina Osman Ozçalimli vedişêrin.    * Der barê kuştina Osman Ozçalimli de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin di kijan astê de ye? Ji bo lêpirsînê îfadeya çend kesan girtine? Ev kîne?    * Osman Ozçalımli beriya bê kuştin bi telefonê bi bavê xwe re axivî û got 'Gefan li min dixwin' Sedema gefên li Osman Ozçalimli hat xwarin tespît kirine ?    * Piraniya eskerên bi guman tên kuştin Kurd  û elewî ne. Ev çiqas tesaduf e? Li dijî vê cudakariyê tu tedbîrên we hene?    * Ji sala 2002'an heta niha çend eskeran bi vî rengî jiyana xwe ji dest daye?