Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine 2020-08-04 13:16:02   AMED – Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê 3 girtiyên astengdar li gel raporên wan “nikare di girtîgehê de bimîne” hene û nayên berdan nîşaneya koronayê bi wan re peyda bûye.    Serdal Yildirim (27), Abdullah Tûran (33) û Engîn Aktaş (32) ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê di heman qawîşê de dimînin û astengdar in li gel raporên wan “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî nayên berdan. Hat zanîn ku nîşaneyên vîrûsa koronayê bi wan re peyda bûne. Birayê girtî Serdal Yildirim, Sedat Yildirim diyar kir ku rewş her sê girtiyan jî nebaş bûye.    ‘RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ WEQAYÊN KORONAYÊ VEDIŞÊRE’    Yildirim diyar kir ku ew vê sibehê bi birayê xwe re bi rêya telefonê axiviye û birayê wî gotiye ku ew bi vîrûsa koronayê ketine. Yildirim da zanîn ku girtiyan enfeksiyon girtiye, kixûkek dijwar bi wan re peyda bûye û laşê wan disincire û got: “Birayê min xwestiye bi gumana koronayê biçe nexweşxaneyê, lê belê şertê 15 an jî 20 roj di hucreya yek kesî de bimîne dane. Rewşa wan her ku diçe giran dibe. Di warê mirovî de jî divê ev însan di hepsê de nemînin. Rêveberiya girtîgehê weqayên koronayê vedişêre. Hefteya bihûrê bi hêceta korona heye parêzeran bernedan hundir. Heke girtî wisa bên hiştin wê bimirin.”    Yildirim ji bo birayê xwe û girtiyên din banga hestiyariyê kir.