Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin 2020-07-15 19:17:00 MÊRDÎN - Li Qoserê, cotkar û gundiyan li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, li ber Navenda Trafo Dîkmen-2 rê girtin. Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji 14’ê Gulanê ve, bi hinceta “cotkar deynên xwe nadin” ceyrana ji sedî zêdetir gund û taxên navçeyên Dêrik, Qoser û Artûklû yên Mêrdînê biriye. Cotkar û gundiyên navçeya Qoserê, li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê li ber Navenda Trafo Dîkmen-2 kom bûn û rê girtin. Welatiyan li hev kom bûn xwestin ku birîna ceyranê bi dawî bibe. Li ser vê yekê bi sedan leşker, maşîneyên zirxî û TOMA sewqî herêmê hatin kirin. Cotkarên hevdîtin bi fermandarê leşkerî re kirin, daxwazên xwe anîn ziman. Fermandarê leşkerî, ji cotkaran re got ku wê heya roja Înê ev pirsgirêk careser biber. Cotkaran, li ser vê yekê gotin ger ev pirsgirêka wan heya roja Înê neyê çareserkirin, ewê li ser rêya Qoser û Serê Kaniyê dest bi çalakiyê bikin û dûre belav bûn.