KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne 2020-07-15 16:23:12 AMED – Partiya Komunîst a Kurdistanê, bertek nîşanî binçavkirina jinan da û xwest ku demildest jin bên berdan.    Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), derbarê jinên ku di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin, daxuyaniyek da. KKP’ê bi daxuyaniya xwe bi ser navê “Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne” da û diyar kir ku jin bi awayekî neheq hatine binçavkirin.    ‘KONSEPTEKE TAYBET’   KKP’ê, destnîşan kir ku êrîşên li hemberî jin kurd bê navber didomin û wiha got: “Jin bi konsepteke taybet hedef hatine girtin û tên girtin. Jinên ku dixebitin û navnîşanên wan diyar in, li gel ku dikarin biçin Serdozgeriyên Komarê îfade xwe bidin jî bi rêbazên taybet tên binçavkirin. Li ber çavê herkesî deriyê malên wan tên şikandin, malên wan bi ser wan de tên rûxandin û bi kûçikan îşkence li wan tê kirin.”   ‘JINAN SERÊ XWE JI ZILMÊ RE NETEWANDIYE’   Di berdewama daxuyaniyê de KKP’ê, da zanîn ku binçavkirinên jinan ne hiqûqî siyasî ne û ev tişt got: “Desthilat dixwaze jinan ji siyasete dûr bixe. Di dîrokê de jinan serê xwe ji zilm û îşkenceyê re netewandine. Wê îro jî netewînin. Bi dehan bajaran jin daketin qadan û operasyona li hemberî jinê şermezar kirin. Em bawer dikin ku ev jî ji AKP’ê re bibe derd.”   Di daxuyaniyê de herî dawî hat xwestin ku hemû jinên hatine binçavkirin bên berdan.