Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin 2020-07-15 16:13:42   AMED – Aklîme Hanas a 57 salî jî di çarçoveya lêpirsîna li dijî jinan hatibû destpêkirin hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de derbarê 33 kesan de biryara girtinê hat derxistin. Ji van 33 kesan 23 jin duh hatibûn binçavkirin. Hayriye Demîr a 70 salî îro birin edliyê û hat berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Aklîme Hanas a 57 salî ji bo îfade bide li gel parêzerê xwe çû Miduriyeta Polîsan a Amedê. Polîsan li Şaxa TEM’ê Hanas binçav kirin. Ji ber biryara nepeniyê li ser dosyeya Hanas e agahî nedan parêzer.