Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî 2020-07-15 15:56:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi minasebeta salvegera mirina siyasetmedarê Kurd û zimanzan Mîr Celadet Bedirxan ê ku 15 Tîrmeh 1951 an jiyana xwe ji dest da bibîr anî.    Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), siyasetmedarê Kurd û zimanzan Mîr Celadet Bedirxan ê ku 15 Tîrmeh 1951 an jiyana xwe ji dest da bibîr anî. DBP'ê ewil cih da gotina Mîr Celadet Alî Bedirxan a " Eyb e, an zimanê xwe hîn bibin, an jî nebêjin 'em Kurd in'. Bê ziman Kurdîtî ne tu rûmet e, ev ji bo me rûreşiya herî mezin e. Kesên ku bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûne, mifteya hebûna xwe xistine berîkên xwe û bi vî awayî xwe ji bin bandora biyaniyan rizgar kirine wan pîroz dikim, her bijî ji wan re! Û hezar caran heyf ên ku bi zimanên din xwendin û nivîsandinê dizanin lê hêj elfabeya zimanê xwe nasnakin" bi bîr xist.      DBP'ê anî ziman ku siyasetmedarê Kurd û zimanzan Mîr Celadet Bedirxan ê ku 15 Tîrmeh 1951 an de li Şamê jiyana xwe ji dest da bi rêzdarî bibîr tînin û wiha got: "Mîr Celadet Alî Bedirxan ê ku ji pêşengên têkoşîna Kurd ên modern bû di sala 1893 an li Stenbolê hate dinê. Jiyana Mîr Celadet Alî Bedirxan wek jiyana gelê Kurd bû, zêdeyî emrê xwe ji welatê xwe dûr bi sirgûnî derbas kir. Yek ji damezrînerên rêxistina Xoybûnê Mîr ji bo serxwebûnê têkoşîn kiriye. Piştî 1930 an li ser zimanê Kurdî xebatan kiriye û yekem car alfabeya Latînî di Kurdî de bikar aniye. Ji pêşengên zimannasên Kurd ên Modern Mîr, yekem Kovara Kurdî ya bi navê " Hawar" jî derxist. Mîr Celadet Alî Bedirxan heta dawiya jiyana xwe di her qadên têkoşîna Kurdan de cih girt, daxwaziya wî ya yekîtiya Kurdan mixabin bi çavê xwe nedît û ji vê dinê koç kir."     'JI BO YEKÎTIYA GELÛ KURD TÊKOŞIYA'    DBP'ê anî ziman ku Mîr Celadet Alî Bedirxan ê bi rûmet di her kêliya jiyana xwe de ji bo hebûn û yekîtiya gelê Kurd her tim têkoşiya û wiha lê zêde kier: "li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo pêşketina wêje û zimanê Kurdî xebatan kiriye. Ji ber van hemû taybetiyan Mîr Celadet Alî Bedirxan wê her tim ji aliyê gelê Kurd bi rêzdarî bê bîranîn. Di helbesta xwe ya bi navê Bilûr de daxwaziya xwe ya bi nirxên netewî ji bo azadiyê û yekîtiya gelê Kurd û hesreta xwe ya herî mezin yekîtiya netewî tîne zîman. İro em zarokên wan, gavek dîtir nêzî daxwaziya Mîr Celadet Alî Bedirxan û hemû gelê Kurd in.   'HIŞMENDIYA AKP DIXWAZE KURDAN TUNE BIKE'    DBP'ê herî dawî bal kişand ser hişmendiya AKP ê û wiha bi dawî kir: "Hişmendiya AKP'ê dixwaze Kurdan tune bike, êrîşî nirxên Kurdan û zimanê Kurdan dike. Wek ku Mîr Celadet Alî Bedirxan di helbestên xwe de her yekîtiya netewî aniye ziman û bi nivîsên xwe yî li ser ziman û wêje li hember asîmîlasyonê sekiniye em ji wan hêz digrin û bi biryar em dê wî bişopînin û soz didin ku em ê xeyalên wî pêk bînin. Piştî koça 69 salan em Mîr Celadet Alî Bedirxan bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin û girêdayîna bîranîna wî, bi soza pêkanîna Yekîtiya Netewî ya Kurdan didin."