Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan 2020-07-15 15:18:23 AMED – Li Amedê 23 jinên hatin binçavkirin û 2 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin bi rêya parêzerên xwe diyar kirin ku hucreyên nezaretê qirêj in û polîs avê nadin jinan. Hayriye Demîr a 70 salî bi gopal ew birine edliyê û piştî îfade da dadgeriyê hat berdan.    Li Amedê rojnamevan, aktîvîstên jin û siyasetmedar di nav de 23 jinên bi hêceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne hatine binçavkirin 2 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Parêzer çûn hevdîtina miwekîlên xwe û gilî û gazinên miwekîlên xwe vegotin.    'BI DERFETÊN XWE PAQIJIYÊ DIKIN'   Parêzerên ku çûne serdana jinên di binçavan de diyar kirin ku hucreyên ku jin têde tên girtin qirêj in û wiha gotin: “Şert û mercên paqijiyê pêk naînin. Hucre gelek qirêj in, jin bi derfetên xwe û tenê dikarin bi mendîlên şil paqijiyê bikin. Polîs rûpoş (maske) û lepikan nadin jinan, tenê rûpoşên ku jinan bi xwe re birine, bi wan re hene. Di nezaretxaneyê projektor hene ronahiya wan li cihê jin lê radizin dide. Divê pişta xwe bidinê, ev rewş jî mirov ji aliyê tenduristiyê aciz dike. Jinên nexweş hene divê avê zêde vexwin lê tenê lître û nîv avê didin. Nexweş bê av dimînin. Girêdayî bê avmayînê qebizbûn derketiye holê.”   Parêzerên ku xwestin avê ji jinan re bibin polîsan bi hêceta ku ew avê didin nehiştin parêzer avê bi xwe re bibin.   DEMÎR A 70 SALÎ HAT BERDAN   Li aliyê din polîsan Hayriye Demîr a 70 salî ji bo ku îfadeya wê were girtin sewqî edliyê kirin. Hat ragihandin ku Demîr a bi gopalê wê birine edliyê û îfadeyê wî girtine. Piştî ku dozger îfadeya Demîr girt bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir. Dadgehê jî Demîr bi qedexeya derketina derveyî welat ew berda. Hat zanîn Demîr ji ber beşdariya çalakiyan û li ser navê "rêxistinê xebitînê xebitiye" hatiye sûcdarkirin.