Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî 2020-07-15 15:07:01 ŞIRNEX – Li Şirnexê, çawişekî pispor hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî û ji aliyê gel ve hate girtin.   Duh êvarê li navenda Şirnexê, çawişekî pispor li sîteyekê hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî. Şêniyên li herêmê ku bi qîrîna zaroka biçûk hesiyan, çawişê pispor girtin. Piştî bûyerê hin welatiyan hin dîmenên ku hatibûn kişandin li ser medya civakî parve kirin.    Parêzerê zarokê ku derbarê bûyerê de me xwe gihandê, bûıyerê piştrast kir. Parêzer, diyar kir ku derbarê mijarê de bi dozger re di nav têkiliyê de ne.   Bûyera destavêtinê îro danê nîvro li navenda bajêr ji aliyê komekê ve hate şermezarkirin. Mijar di medya civakî de jî bû rojev. Bi hezaran kes li ser hesabê xwe yên medya civakî bi etîketa #susmaşırnak bertek nîşanî bûyerê dan.   PARLAMENTERÊN BAJAR BI BERTEK IN   Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser twîtterê got, "Em ê paşeroja xwe ji tacizkaran re nehêlin. Duh bi şev çawişekî pispor li sîteya Şaranlar a Şirnexê hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî. Şahidan bûyer piştrast kirin. Divê dadgerî tavilê ya pêwîst bike. Em ê ti carî dest ji bûyerê bernedin."   Huseyîn Kaçmaz ê HDP'î jî li ser hesabê xwe yê twîtterê got, "Duh bi şev li Şirnexê (...) zarokeke 10 salî bû hedefa êrişa destavêtinê ya çawişekî pispor. Dema ku zarok di xew de be mirov dengê xwe nake, ne dema ku êriş lê tê kirin. Em ê dest jê bernedin, em ê bêdeng nemînin."