Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin 2020-07-15 14:47:24   BEDLÎS – Tesîsên Bêhnvedanê yên Bûzlûpinarê ku ji ber zextên gelek caran lê hatine pirsgirêkan dijî û hatiye ber asta rawestandinê, vê carê jî rêyên ku diçinê hatin girtin.    Yek ji tesîsên herî mezin ên herêmê Tesîsên Bêhnvedanê yên Bûzlûpinarê yên Bedlîsê ku gelek caran bi zextan re rû bi rû maye, vê carê jî rêyên ku diçinê hatin girtin. Tesîsên ku li ser rêya di navbera Wan-Bedlîs-Amedê de ye, ji aliyê Wanê ve têketina tesîsan bi bariyeran hat girtin.   Xwediyê tesîsan Omer Barîn, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku nizanin ev pêkanîna ji aliyê kî ve û çima li dijî wan tê kirin û wiha got: “Li tesîsên me 120 kes dixebitin û niha bi hincetên ewlehiyê tê xwestin ku bê girtin. Bi vê pêkanîna hem em hem jî xebatkarên me tên mexdûrkirin. Tu kes jî berpirsyariyê nagire ser xwe. Em meraq dikin ku gelo ev rewş di encam siyaset, kîn û nefretê derket holê. Em daxwaz dikin ku dawî li vê pêkanînê bê.”