TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin 2020-07-14 16:34:39   AMED - Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Amedê bertek nîşanî birîna darên di nava avahiya Miduriyeta Heremê ya 9’emîn a Rêbejê de da û banga hestiyariyê kir.   Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Amedê derbarê birîna darên di nava avahiya Miduriyeta Heremê ya 9’emîn a  Rêbejê de, li pêş Miduriyeta Heremê ya 9’êmîn a Rêbejê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên lijneyê di serî de xwestin li pêş deriyê Rêbejê yê aliyê walitiyê Cadeya Înaloglû daxuyaniyê bidin, lê polîsan destûr nedan. Piştî niqaşa bi polîsan re li pêş deriyê Rêbejê yê li ser Cadeya Kişlayê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Destnedin nifşê kesk ê bajarê me" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr ya TMOOB’ê yê Amedê Dogan Hatûn axivî.   ‘KOMKUJIYA XWEZA Û ÇANDÊ PÊKANÎN’   Hatûn, bibîrxist ku Lijneya Heremê ya Parastina Hebûnên Tebîat û Çandê bi biryarên xelet dayînê pêşiya xerabkirina 11 avahiyên ku bi tescil vekir û wiha got: “Darên ku cihên avahiyan hemû hatibûn birîn û gelek avahiyên bi tescil hatibûn xerab kirin. Bi vê yekê komkujiyeke xweza û çandê pêkanîn û ew qad ji avahiyan re vekirî bûn.” Hatûn, diyar kir ku desthilatdariya ku ji rant, talan û hilweşandinê têrnebûyî çavê xwe li avahiya  Rebejê daniye û wiha axivî: “Plankirine ku 7 blokên avahiyên niha yên Rêbejê xerab bikin û şûna wan 9500 m² qada girtî, 4592 m² avahiyeke bi jêr zemîn û 2 qat, avahiyeke 1624 m² bi jêr zemîn û 5 qat, avahiyeke 7080 m² qad û 8 qat 4 blok lojmanên personela, otoparkeke girtî ya 66 erebe lê bi cihbin û çêkirina galerî û riyên girêdayî wan tê plankirin. Bilindkirina qatan li gor qatên avahiyên niha 2 qed hatine zêdekirin. Ev proje wê bibe sedema qetilkirina darên xwedî temendirêj.”   ‘EM DARAN NADIN BIRÎN’   Hatûn, da zanîn ku piştî ji projeya ku birîna daran haydar bûn bi heyetekê daxwaza hevdîtinê ji Muduriyeta Heremê ya 9’emîn a Rêbejê kirine û wiha berdewam kir: “Di hevdîtina me de hat dîtin ku mudurê giştî ji axaftine re girtiye, ji tahribata ku were kirin jî agahdare û bi zanebûn vê yekê pêk tîne.” Hatûn, destnîşan kir ku polîtîkayên wan teşhîr bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em diyar dikin ku qada nifşên kesk a ji bo bajarê me gelek girîng û koridora bajêr a bêhn girtinê kurbanî talan û rantê nakin, darên ku 50 sal temenê wan heyî nadin birîn. Em bang dikin ku partiyên siyasî, saziyên sivîl yên demokratîk û gelê me di vê mijarê de bi hestiyar be.”