Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan 2020-07-14 16:21:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran li dijî operasyonên binçavkirinê yên li Amed û Dîlokê pêk hati, daxuyanî hatin dayîn û bertek hatin nîşandan. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hat diyarkirin ku operasyon û zextên qirkirina jinan ên AKP'ê dê nekarin wan têk bibin.    Operasyonên binçavkirinê yên li Amed û Dîlokê hatin lidarxistin û binçavkirina Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, gelek jinan, nûner, rêveber û endamên rêxistinên civaka sivîl, li gelek bajaran hat şermezar kirin.   Li Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Enqere, Êlih, Stenbol, Edenê, Mêrsîn, Semsûrê û Rihayê, bi tevlîbûna endam û rêveberên Meclîsa Jinan a HDP'ê, Rêxistinên HDP'ê yên bajaran, Aktivîstên TJA'yê, nûner û rêveberiyên rêxistinên civakî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, operasyon, êrîş, tayînkirina qeyûm, binpêkirinên mafan, binçavkirin û girtinên bêmaf û bêhiqûq hatin şermezar kirin û daxwaza berdana jin û kesên dibin çavan de hat kirin.