Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin 2020-07-14 15:43:27 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku binçavkirina jinan a li Amedê, encama tirsa AKP û MHP’ê ya ji berxwedana jinê ye û got: “Em li dijî van êrîşna gav paşve ne avêjin.”   Li Buroya Pêwendiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê operasyona polîsan a serê vê sibê li Amedê li dijî aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rojnameger, endamên meclîsên şaredariyê, endam û rêveberên rêxistinên civak sîvîl hat lidarxistin û binçavkirina gelek jinan de, civîna çapemeniyê hat lidarxistin.     Civîna çapemeniyê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê hat lidarxist. Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Feleknas Ûca beşdarî civînê bûn.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di civînê de axivî û wiha got: “AKP û MHP, di demên dawî de bi polîtîkayên neyartiyê kurd û jin kirine hedefa xwe. Desthilatdarî di vê çarçoveyê de operasyonên xwe  yên siyasî yên binçavkirin û girtinê dewam dike.”    BERXWEDANA JINAN AKP Û MHP’Ê DITIRSÎNE    Aydenîz, diyar kir ku armanca sereke ya operasyonên li dijî sazî û nûnerên partiya siyasî Tevgera Jinên Azad (TJA) ye û wiha axivî: “Îro Tevgera Jinên Azad li tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn bûye mînak û çavkaniya îlhamê. Ji ber vê desthilatdariya faşîst ditirse. Di serdegirtinên îro de bi balyozan deriyê malan şikandin. Bi awayekê bêhiqûq û bêmaf hevalên me binçav kirin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê, dixwazek yek reng û yek dengî ava bike. Îro jin li dijî vê avakirina faşîst li ber xwe didin û têdikoşin.”   Aydenîz, da zanîn ku bi mezinbûna têkoşîna jinê re, êrîş jî zêde dibin û wiha hirsa xwe anî ziman: “Tevgera Jinên Azad ne keseke û ne jî saziyek ji rêzêye. Pergalek mezine. Têkoşîna jinan pergaleke û em jî parçeyekê vê pergalê ne. Ji ber vê Tevgera Jinên Azad ne bi tenê ye. Bi cesaret her roj gavên nû davêje û mezintir dibe. Jinên kurd ne li gorî desthilatdariyê û faşîzmê, li gorî daxwazên xwe yên azadiyê teşe dide xwe. Tevgera Jinên Azad û Tevbera azadiya gelê kurd wê heya dawiyê têkoşîna xwe bi rêve bibe û mezin bike.”   ‘DIVÊ JINÊN KURD BI TENÊ NEYIN HIŞTIN’   Aydenîz, peyama ku divê jinên kurd bi tenê neyê hiştin da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan bi alîkarî û bexşandina tu kesî, qezencên xwe bi dest ne xistine. Jinan di saya bedel û têkoşîna bi rêve birin, ev qezencên xwe bi dest xistin. Ji ber vê emê ji bo qezencên xwe li her qadê têkoşîna xwe dewam bikin û emê tu carî paşve gavê ne avêjin. Wisan difikirin ku wê jinan teslîm bigirin, lê xwe di xapînin. Divê jinên kurd ên bûne çavkaniya îlhamê ya tevahiya cîhanê bi tenê neyin hiştin. Di encamê de, êrîşên li dijî jinên kurd, di heman demê de li dijî hemû tevgerên jinên Tirkiyeyê û cîhanê ye. Em her tim li dijî van êrîşan derkevin. Ji ber xwe em xwediyê mîrateyek mezinin. Ji Rosayan bigirin heya Clara Zetkîn û Sakîne Cansizan mîrayetek me heya giran biha heye. Emê xwedî vê mîrateya xwe derkevin û emê di vê çarçoveyê de berxwedana xwe ya li kolanan dewam bikin.”