EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake 2020-07-14 15:34:18 AMED - Şaxa EMO’yê ya Amedê derbarê birîna ceyranê ya li gundên Mêrdînê daxuyaniyek da û xwest ku DEDAŞ mexduriyeta welatiyan demildest ji holê rake.   Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê, derbarê birîna ceyranê ya li gundên Mêrdînê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Cîgirê Serokê Giştî yê EMO’yê Evîndar Aydin, Hevserokên Şaxa EMO’yê yên Amedê Alîcan Çetînkaya û Sorgul Aytek Avşar, Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatûn beşdarî daxuyaniyê bûn.    40 TAXÊN MÊRDÎNÊ BÊ CEYRAN IN    Di daxuyaniyê de Hevserok Alîcan Çetînkaya axivî û diyar kir ku ji ber birîna ceyranê li Mêrdînê di çandiniyê de pirsgirêkên micid tên jiyîn û wiha got: “Di encama lêkolînên odeya me de hat hînbûn ku ceyrana 40 gundên Mêrdînê hatiye birîn û welatî mexdûr bûne. Li heremê avdaniya çandiniyê zêdetir bi ceyranê tê kirin. Ji ber vê yekê jî motorên ceyranê tên bikaranîn. Ji ber ku DEDAŞ’ê fazeke ceyranê bê bandor kiriye, motorên ku bi 3 fazên ceyranê dixebitin nexebitin. Ji ber vê yekê jî xebatên çandiniyê hatine asta sekinînê. Welatiyên ku heqê ceyranê dane jî bê av mane.”   ‘PÊŞIYA MEXDURIYETAN NEHAT GIRTIN’   Çetînkaya, da zanîn ku wek şax derbarê pirsgirêkên welatiyan yên ceyranê de bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtîn pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Her çiqas rayedarên DEDAŞ’ê gotin ji bo ava vexwarinê bi jeneratoran pêwistiya welatiyan hatiye pêşwazîkirin jî ev rewş nebûye çar e û pêşiya mexduriyetê nehatiye girtin. Birîna ceyranê dibe sedemê ketina rekolteya dexl. Ji ber vê yekê çandiniya ku bandorê li aboriya welatî bike tê astengkirin.”   ‘DIVÊ DEMILDEST GAV WERIN AVÊTIN’   Çetînkaya, herî dawî jî bal kişand ser mexdûriyeta welatiyan û ev bang li DEDAŞ’ê kir: “Ji bo ku ev mexduriyet ji holê rabe divê demildest gav werin avêtin. Em dixwazin ku ji aliyê desthilatdariyê ve qenalên avê werin çêkirin û pêşkeşî welatiyan bên kirin da ku karibin bi kar bînin. Cotkarên ku bi ceyranê û qenalên avê avdaniyê dikin divê deynên wan daxînin asteke makul, şûna avdaniyeke normal derbasî pergala dilopkirin û lêreşandinê bibin û bi awayekî lez piştevaniya cotkara were kirin.”