Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin 2020-07-14 15:33:06 ŞIRNEX - Aktivîstên TJA'yê li Cizîrê binçavkirina jinan ên li Amedê şermezar kirin û gotin: "Têkoşîna hevalên me yên hatin binçavkirin têkoşîna me ye. Hevalên me bi lez berdin. Em hebûn, em hene û em ê hebin." Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Navçeya Cizîrê, bi armanca serdegirtinên malan û binçavkirina jinan ên li Amedê şermezar bikin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên HDP, aktivîstên TJA û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Aktivîsta TJA'yê Zîlan Ecevît  daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê kengî dikeve zorê êrîşî  jinan dike û got: "Hevalên me yên ku hatine binçavkirin bi salan e di bin sîwana TJA'yê de, xebatan dikin. TJA, tevgerek ku ji hêla jinan ve bi hezar kedê hatiye afirandin e. Hevalên me yên ku hatine binçav kirin ji  bo azadiya jinê têdikoşin. Hevalên me bi salane  hewl didin ku di siyasetê de û medyayê de rengê jinê serdest bikin. Îktîdara AKP û  MHP bi van êrîşan dê nikaribin têkoşîna me têk bibin"   'HEVALÊN ME BERDIN'    Ecevît herî dawî xwest hevalên wan ên jin bên berdan û got: "Em carek din dibêjin, têkoşîna hevalên me yên binçavkirî  têkoşîna me ye. Hevalên me bi lez berdin. Em hebûn. Em hene û em ê hebin."