Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef 2020-07-14 15:12:21   STENBOL - Meclîsa Dayikên Aştiyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û îşkenceya li girtîgehan, li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Mecisa Dayikan diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan hemû beşên civakê dikin hedefa xwe. Meclîsê bang li hemû beşên civakê kirin û xwest li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û rabin ser piyan.     Dayikên Aştiyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û îşkenceya tê kirin li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, Hevseroka ESP'ê ya Stenbolê Ezgi Bahçecî û Aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) amade bûn. Li salona ÎHD'ê pankarta “Em li dijî tecrîdê li dervê hiquqê ye bêdeng namînin."    LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsirêka sed salî ye û wiha got: "Ev pirsgirêk êdî ji herêmê derketiye û bûye pirsgirêka navneteweyî. Bûye pirsgirêka Kurdevî. Dewlet polîtîkayek pir giran a neçareseriyê pêş dixe. Têkildarî vê mijarê Jina Kurd di bin zextên pir giran de ye. Bi kuçikan îşkence dike. Di nava van kesan de dayikên aştiyê jî heye. Yên ku tên binçavkirin tenê daxwazek wan heye. Dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bikin. Li aliyê din li girtîgehan di bin tecrîdek giran de ne. Bi taybetî li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdek giran heye. Ji destpêkê heta niha li Îmraliyê pergalek taybet heye. Tecrîda ku demek dirêj heye didome. Ev li dijî hiqûqa navxweşî ye. Mafê girtiyan bi zagonan hatiye diyar kirin. Lê ev mafê bi zagonan hatiye naskirin ji bo Ocalan û girtiyên din nayê sepandin.    ‘CIVAKÊ DIKIN HEDEF'    Dayika Aştiyê Rewşan Doner jî anî ziman ku bi tecrîdkirina li Îmraliyê hemû beşên civakê dikin hedef û wiha got: "Heta tecrîd bi dawî nebe, aştî pêk neyê. Di vê pêvajoya ku em nêzî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dibin de em dixwazin tecrida li Îmraliyê û hemû girtîgehên din bi dawî bibe. Em dixwazin di 1'ê Îlonê de maseya aştiyê bê avakirin. Em dixwazin ev herikîna xwînê raweste. Bi vî şiklî em dikarin ber bi Komara Demokratîk ve gavan bavêjin. Kengî aştî pêş ket em dikarin bi hevre û di nava aştiyê de bijîn.    'DIVÊ HER KES RABIN SER PIYAN'    Dayika Aştiyê Behiye Duman jî bang li her kesî kir û xwest li dijî tecrîdê rabin ser piyan û wiha got: "Divê hemû beşên civakê li dijî tecrîdkirina Ocalan dengê xwe bilind bikin. Tecrîd îşkence ye. Li dijî destkeftiyên Kurdan êrîşek heye. AKP-MHP bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan dike. Li girtîgehan hemû mirov di tecrîdê de ne. Dîsa li derve her roj li dijî jinan opearsyonan li dar dixin. Niha ji serdema 12'ê Îlonê bêtir xera bûye. Ev ne tenê li dijî gelê Kurd e. Li dijî hemû beşên civakê û mirovahiyê ye."