Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin 2020-07-14 14:42:15 MÊRDÎN - Danişina doza Nisêbînê îro berdewam kir. Di danişînê de heyeta dadgehê li Îbrahim Halîl Karataş cezayê muebbet û 21 salan birî. Karataş, diyar kir ku mafê wan ê tenduristiyê hatiye xezpkirin. Ger ku hevalên me neyên dermankirin dê seqet bimînin.    Danişîna doza Nisêbînê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Dema li Navçeya Nisêbînê qedexe hatibû îlankirin, di 26'ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin. Piştî demekê heyeta dadgehê darizandina 70 kesan ji hev qut kiribûn. Darizandina 70 kesan yek bi yek didome. Îro danişîna doza Mehmet Farûk Engîn, Başer Baver û Îbrahîm Halîl Karataş ên li Girtîgeha T-2 a Osmaniyê ne, li Mêrdînê hat dîtin. Îbrahîm Halî Karataş ku ji ber mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin 9 rojin di greva birçîbûnê de ye. Karataş, li salona 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê amade bû. Parêzerê Karataş jî li salonê amade bû.    ‘MAFÊ TENDURISTYÊ XEZP KIRIN'   Karataş di danişînê de parastin kir û wiha got: "Ji ber di greva birçîbûnê de me min bi nivîskî parastin amade kir. Ezê beşek wê bixwînim. Pêkanînên li girtîgehê ji yên salên darbeya eskerî ya salên 1980'an zêdetir e. Mafê me yê tenduristiyê ji destê me hatiye girtin. Hevalê me Akar Îkbal û Mehmet Faruk Engin ji piyên xwe birîndar in. 4 salin nayên dermankirin. Eger ku hevalên me yên dermankirin dê seqet bimînin. Ne dermankirina hevalên me nayê qebûlkirin. Mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Niha jora hewşa kawîşên girtîgehê bi têlan hatiye girtin. Mafê me yê civakî ji destê me hatiye girtin. Berî her tiştî divê mafê me yê tenduristiyê bê parastin. Girtî Sabrî Kaya ji ber nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hevalê me Sabri Kaya ji ber van sepandinan şehît bû. Rêveberiya girtîgehê digot 'Lîstikan dike' Rêveberiya girtîgehê mafê me yê tenduristiye xep kir û dike."    Parêzerê Karataş Erdal Kuzu jî parastin kir û diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniye binpekirina mafan pir zêde ye û wiha got: "Muvekkilê min û hevalên wî, ji ber mafê wan ê tenduristiyê tê xespkirin û nayên dermankirin ketine greva birçîbûnê. Ev helwesta muvekilên min der barê rewşa rêveberiya girtîgehê de serlêdana sûc e. Em dixwazin ku heyeta dadgehê vê serlêdana sûc qebûl bike û ji bo ve yekê çi hewce bike bike.  Divê dadgeh li gorî rewşa rojê biryaran nede. Wê demê Amîrê Şaxa TEM'ê ya Nisêbînê Unal Uyar ji sûcê îşkence û talankirinê hat cezakirin. Ji ber vê yekê delîlên ku amîr kom kirin divê li ber çavan neyê girtin. Muwekilê min û hevalên xwe bi dehan caran îşkence li wan hat kirin. Bêyî ku lêpirsîna der barê muameleya xerab û îşkenceyê de bi encam nebe, divê heyeta dadgehê der barê dosyayê de biryarê nede."    'GOTINA MIN A DAWÎ BIJÎ SEROK APO YE'    Karataş, ku dîsa mafê axaftina xwe ya dawî girt got: "Gotina min a dawî bijî serok Apo ye."      Heyeta dadgehê jî piştî parastinê biryar da.  Heyeta dadgehê li Îbrahim Halîl Karataş cezayê muebbet û 21 salan birî.  Heyeta dadgehê heta niha li 49 kesên ji doza Nisêbînê tê darizandin ceza kir.    Heyetê berê jî Şeyhmus Koç, Recep Yel, Yasemin Erkol, Ozgur Sevim, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur, Akar Îkbal, Sadik Tan, Îsmail Yilmaz, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa, Nubahar Ozdemîr, Hatip Oyman, Ercan Dolaşir, Melis Teksan, Erkan Benlî, Baver Başar, Mehmet Zîrîg, Suleyman Goksel Yerdut, Dilber Tanrıkulu, Tufan İlbaş, Ramazan Eroglu, Omer Guner, Faruk Engin, Resul Ergun, Firat Çîftçî, Oktay Gul, Ferhat Dogan, Nurullah Akyuz, Îbrahim Halîl Ildiz, Enes Taşkin, Îbrahim Toktaş, Abdulkadir Baybars ceza kirin. Heyeta dagehê li hemû kesên navborî cezayê muebetê birîbû.    Heyetê dîsa kesên zarok Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoğlu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya, Dilan Aslan, Huseyin Bag, Zehra Kaya, Fatma Aslan, Nurcan Aslan, Murat Gazioglu, Nurşen Demir jî ceza kiribûn. Her yek herî kêm bi 10 salan ceza kirbûn.