Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an 2020-07-14 14:13:15   WAN – Welatiyê bi navê Şohret Ûlûtaş ku li Avahîya Zêdek a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê tedawiya vîrûsa koronayê didît, jiyana xwe ji dest da.   Welatiyê bi navê Şohret Ûlûtaş (70) ku ji Sentebolê hatibû Wanê û li Avahîya Zêdek a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê tedawiya vîrûsa koronayê didît, jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Ûlûtaş beriya 10 rojan rakirine nexweşxaneyê û nexweşiya wî ya kronîk hebûye. Bi Ûlûtaş re hejmara kesên ku ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane li bajar derketin 12’an.