Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû 2020-07-14 13:39:47   ŞIRNEX – Piştî ku Walîtiya Şirnexê 22 herêman qedexe kir, li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû.   Walîtiya Şirnexê, 22 herêmên navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr û Silopyayê bi hinceta “ewlehiyê” qedexe kir. Piştî vê biryara walîtiyê li herêmên ku hatine qedexekirin, liv û tevgera helîkopteran zêde bû. Helîkopter ji Çiyayê Gebarê ber bi Çiyayê Cûdî ve diçin. Helîkopter ên tîpa Skorsky ku di bîrin û anîna leşkeran de tên bikaranînin.