MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin 2020-07-14 13:38:24 AMED - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, bertek nîşanî binçavkrina Rojnameger û Edîtora Jin Newsê Ayşe Guney dan û xwestin Guney bi lez bê berdan.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî binçavkrina Berdevka MKGP'ê û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney a li malê hat binçavkirin daxuyanî dan. MKGP, DFG'ê xwestin bi lez Guney bê berdan.    MKGP: ROJNAMEGERÎ NE SÛC E   MKGP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser çapemeniya azad roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Di operasyonên siyasî de rojnamegeran dikin hedef û rojnamegeran binçav dikin. Serê sibê bi ser mala Berdevka Platformê Ayşe Guney de girtin û li malê binçav kirin. Guney di heman demê de Edîtora Ajansa Jin Jinnewsê ye. Bi binçavkirina Ayşe Guney jinên rojnameger kirine hedefa xwe. Çawa ku duh rojnamegerî ne sûc bû îro jî rojnamegerî ne sûc e. Em jinên rojnameger ku heqîqetê dinivîsin, em ê vê mirateyê nexin erdê û em li dijî zextan serî netewînin. Em ê her dim binivîsin û gotina xwe bêjin. Em ê her tim gotina jinên li dijî tundiya dewleta mêr serî hildidin binivîsin. Em wekî Platformê dê her tim rastiyan binivîsin. Rojnamegerî ne sûc e. Ayşe Guney bi lez serbest berdin."   DFG: NIKARIN ME TÊK BIBIN    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî bi ser navê “Rojnameger Ayşe Guney serbest berdin" daxuyanî da û got: "Îqtîdara ku ekranên tv reş dikin, sansurê pêş dixin, îlanan qedexe dikin, rojnamegeran binçav dikin û ceza dikin, zextên li ser rojnamegeran berdewam dike. Em rojnameger rojek din bi binçavkirinê hişyar bûn. Di operasyona li dijî jinan ku navenda wê Amed bû, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî binçav kirin. Li gel cihê lê kar dike û mala wê diyar bû jî li şûna bang li wê bikin û îfadeya wê bigirin, bi ser mala wê de girtin û binçav kirin. Saet di 04.30'an de bi ser mala wê de girtin û li malê binçav kirin. Guney, niha li Midûriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tê girtin. Li Tirkiyeyê heta 3'ê Tîrmehê 97 rojnameger girtî ne. Em binçavkirin û girtina rojnamegeran qebûl nakin. Divê bi lez Guney serbest berdin."