Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn 2020-07-14 13:21:51 AMED – Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku sala 1982’an di rojiya mirinê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê jiyana xwe ji dest dan, li ser gora Alî Çîçek hatin bibîranîn. Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, di bîranînê de diyar kir ku desthilat di pêkanînên dema tarî de bi israr e û ew jî mîrateya berxwedêran e.   Komeleya 78'an a Amedê, ji bo berxwedêrên 14’ê Tirmehê ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bernameya bîranînê li dar xist. Bername li ser gora Alî Çîçek a li Goristana Yenîkoy a Amedê pêk hat. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Saliha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, hin nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî bernameyê bûn.    ‘WÊ BERXWEDAN BIDOME’   Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan, li ser gora Alî Çîçek axivî û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd di sala 1982’an de li Zindana Amedê li dijî Kenan Evrenê darbekar û faşîst berxwedaneke dîrokî pêk aniye û di şexsê 4’an de derketiye holê ku nikare vîna gelê kurd teslîm bê girtin. Alkan, herî dawî destnîşan kir ku weke wê demê îro jî berxwedan didome.    Hevserokê Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag jî diyar kir ku berxwedan ku di sala 1982’an de hatiye destpêkirin dê bidomînin.    AYDENÎZ: EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN   Hevseroka Giştî ya BDP’ê Saliha Aydenîz, bi bîranîna berxwedêrên ku li girtîgehê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û ev tişt got: “Kevneşopiya faşîst di şexsê AKP’ê de didome. Ev têkoşîn didome. Berxwedana ku di şexsê Alî Çîçek de bûye kevneşopî, ji aliyê me ku em hevalên wan in ve tê berdewamkirin. Wan li dijî taritiyê laşên dan ber mirinê. Wan ji civakê hemû re ev peyam dan: “Em bi qasî ku dikarin di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin”. Ev peyam faşîzmê parçe kir. Îro desthilat bi hişmendiya xwe ya faşîst heman pêkanînan dike. Lê em jî mîrateya berxwedêran e. Em ê têkoşîna hevalên xwe bêyî gavek jî di paşde bavêjin bidomînin.”   Bîranîn bi danîna qurnefîlan a ser gora Alî Çîçek bi dawî bû.