Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike 2020-07-14 13:21:13   ENQERE - Dadgehê biryar da ku girtina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê FÎgen Yuksekdag dewam bike û danişîna wê taloqî 28'ê Îlonê kir.   Doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin hat dîtin. Danişîna Yuksekdag li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Yuksekdag di danişînê de parastin kir. Yuksekdag di parastina kir de wiha got: "Bi pêvajoya pandemiyê re, di girtîgehan de mafên me yek ji yek ji me hatin girtin. Êdî rewş wisan bûye, Tirkiye nikare pêşeroja xwe bibîne. Em bi şert û mercên awarte re rû bi rû ne. Desthilatdariya siyasî bê rawestan, fermanê dide darazê. Em du hevserokên HDP'ê girtîne û du caran cezayê girtîgehê li me hatiye birin. Li dijî me operasyon tên lidarxistin. Bi yekê pargala xwe jî qetil dikin. Lê kes nikare derbikeve û bêje qral taziye."   Piştî parastina Yuksekdag parêzerên wê Rûken Gulagaci û Sezîn Ûçar axivîn. Dûre dozger xwest ku girtina Yuksekdag dewam bike. Heyeta dadgehê jî, ev daxwaza dozger qebûl kir û biryar da girtina Yuksekdag dewam bike. Dadgerekî endamê heyeta dadgehê şerh danî ser biryara girtîhiştina Yuksekdag.   Danişîna Yuksekdag a bê taloqî 28'ê Îlonê hat kirin.