Li dijî dewriyeya tirk-rûs êrîşa bombeyi pêk hat 2020-07-14 12:47:38   ENQERE – Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê, ragihand ku li Idlibê li dijî dewriyeya hevpar a rûs-tirk teqîn pêk hatiye û birîndar hene.    Dema dewriyeya hevpar a Tirkiye û Rûsyayê ya li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê teqîn pêk hat. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û angaşt kir ku bombeya ku “milîtanan” li qerexê rê bi cih kiriye teqiyaye.   Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê jî derbarê mijarê daxuyaniyek da. Li gorî vê daxuyaniyê; dema dewriyeya hevpar a rûs û tirk bombeyeke ku bi destan hatiye çêkirin teqiyaye. Dîsa hat ragihandin ku di teqînê de 3 leşkerên rûs bi awayekî sivik û murettebata maşîneya zirxî ya tirk jî birîndar bûne. Birîndar hemû ji herêmê hatin dûrxistin. Leşkerên rûs sewqî Baregeha Leşkerî ya Hîmeymîmê bûn û alîkariya pêwîst a tibî ji wan re hat kirin.     Li gorî daxuyaniyê peywira dewriyeyan hatiye rawestandin û amûrên li herêmê tên veguhastin.