Danişîna rojnameger Evren hat taloqkirin 2020-07-14 12:16:29     AMED - Danişîna doza darizanedina rojnameger Kîbriye Evren hat taloqkirin.   10'emîn rûniştina doza darizandina Rojnameger Kîbrîye Evren ku bi îdîaya 'Endamtiya Rêxistinê' û 'Propagandaya Rêxistinê' dest pê kiribû, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Evren, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Evren Pîrozhan Karali û Resûl Tamur beşdarî rûniştinê bûn.     Parêzerên Evren di rûniştinê de diyar kirin ku lêpirsîn aîdî sala 2012'an e. Parêzeran, anîn ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Evren beşdarî rûniştinê nebûye.    Şandeya dadgehê danişîna Evren taloqî 26'ê Mijdarê kir.