Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin 2020-07-11 12:35:23   WAN – Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê, tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li hemû xebatkarên şaredariyê ferz kir û derbarê mijarê de ewraq bi xebatkaran da îmzekirin.    Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, tevlîbûna çalakiyên ku bi hinceta ‘15’ê Tîrmehê’ bên lidarxistin, li hemû xebatkarên şaredariyê ferz kir. Miduriyeta Çavkaniyên Mirovî ya Şaredariyê derbarê mijarê de ji hemû xebatkarên şaredariyê re nivîs şand. Her wiha derbarê mijarê de ewrqa bi xebatkaran hat îmzekirin û hat ragihandin dê li qadê tespîtkirina beşdarbûnê bê kirin û derbarê xebatkarên ku tevlî nebin de lêpirsîn bê vekirin.