Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî 2020-07-11 12:31:18   AMED – Li gundên Sîsê û Entaxê yên Navçeya Liclê piştî esker derketin operasyonê, agir bi zeviyên kenevîran xist. Agir di demek nêzîk de bi dahl û rezê welatiyan ket. Di şewatê de 3 prefabrîkên rezan û gelek dahl û rezên welatiyan tev şewitîn û bûn xwelî.    Li gundên Sisê û Antaxê yên Navçeya Liceyê ya Amedê duh esker derketin operasyonê. Eskerên derketin operasyonê zeviyên kenevîran şewitandin. Piştî eskeran agir bi zeviyên kenevîran xist agir li herêmê belav bû. Di şewatê de gelek dahl û rezên welatiyan bûn xwelî. Di şewatê de li gundikên Xenyat û Eloxişo yên Gundên Sîsê û  Gundikê Goma Pirê yê girêdayî Entaxê, 3 prefabrîkên rezan û gelek dahl û rezên welatiyan tev şewitîn û bûn xwelî. Welatiyan û yekîneyên agirkujê yên Navçeyên Pasûr, Lice û Karazê mudaxale kirin û şewat vemirandin. Di şewatê de gelek zevî, dahl û rezê welatiyan zerar dît.