Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir 2020-07-11 12:10:33 RIHA – Li navçeya Hewagê, li gel ku bi delîlan hatibû tespîtkirin ku cîgêrê midurê lîseyê O.K. xwendekara bi navê B.T. îstismar kiriye jî ji aliyê dadgehê ve hat berdan û ji bo ku vegera ser pwyira xwe jî tu fikar nehatin kirin.    Li navçeya Hewagê ya Rihayê, cîgêrê midurê lîseyê O.K. di 23’ê gulana 2019’an de li odeya xwe xwendekara bi navê B.T. (14) îstismar kiribû. Ji ber vê yekê li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê doz li O.K. hatibû vekirin. Daneşîna yekemîn a vê dozê duh hat dîtin. Di daneşînê de fikar nehat dîtin ku O.K mamostetî bike.    JI MAMOSTEYÊ XWE YÊ REHBER VEGOT   B.T. istismara kul ê hatibû kirin, ji mamosteyê rehberê yê dibistanê re vegotibû. Ev îstismar, di Rapora Hevdîtinên Edlî ya Navenda Şopandina Zarokan a 3’ê tîrmeha 2019’an de jî cih girtibû. Li gorî raporê B.T. ji mamosteyê xwe yê rehbere M.Ç. re gotiye ku 2 serdeman cîgirê midur O.K. bi hincetên cûda vexwendiye odeya xwe û wê îstismar kiriye.   ÎFADE DA DOZGER   Derbarê îstismarê de O.K. piştî vekirina lêpirsînê 7 meh şûnde di 7’ê çileya 2020’an de îfade dabû Serdozgeriya Komarê ya Hewagê. O.K., di îfadeyê xwe de angaşt kiribû B.T. nas nake û dîroka ku xwendekar B.T. qala wê dike meha gulanê bûye û ew di mehê de bi rojî bûye û nepakane ku tiştekî wiha bike.    DERKETIYE DESTÛRÊ   Mamosteyê rehbere M.Ç. ku weke şahid hatiye guhdarkirin jî diyar kir ku tiştên ku B.T. jê re vegotiye wî jî midurê dibistanê M.D. re vegotiye û wiha got: “Dema ku em mijarê bi mamoste O.K. re axivîn jî O.K. got ku çi hewce dike bikin, jixwe ez ê tayîna xwe bixwazim û biçim û tu girêdaneke min bi wê xwendekarê re nemîne. Piştî axaftina me bi mehekê O.K. derket destûrê.”   HAT BERDAN   Serdozgeriya Komarê ya Hewagê ku îfadeyê O.K. girt, ji ber sûcdariya “Îstismara zayendî ya zarok” bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê ya Hewagê kir. Dadgeriya Cezaya Silhê ya Hewagê, şertê serdozgeriyê qebûl kir û cîgirê O.K. ku xwendekar B.T. îstismar kiribû, bi şertê kontrola edlî berda.     PEYWIRA XWE DIDOMÎNE   Duh di daneşîna ku hat dîtin de O.K. îfade da û îstismarê qebûl nekir. Parêzerên Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Rihayê parastin kirin û daxwaza girtina O.K. kirin. Li gel vê daxwazê jî O.K. nehat girtin û daneşîn taloqî dîrokek pêş hat kirin.   Hat hînbûn ku O.K. hê jî li heman dibistanê peywira xwe didomîne. Duh    MA / Bariş Polat