AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike 2020-07-11 11:01:35   ENQERE - Pêşnûmeya pergala Pir Baroyî ku bingeha rêveberiyên baroyan diguherîne piştî ji aliyê AKP-MHP'ê ve şandin Komîsyona Edaletê û li wir qebûl kirin, li meclîsê jî niqaş kirin û li meclîsê jî ji aliyê parlamenterên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin. Parlamenterên muxalif diyar kirin ku îqtîdara AKP û MHP bi vê yekê cudakarî û perçekirinê dike.    Îqtîdara AKP û MHP'ê ji bo baroyan perçe bike, pêşnûneqanûn amade kir û xist rojeva Komîsyona Edaletê. Li gel hemû çalakî û îtîrazên baro û serokên Baroyên Tirkiyeyê jî dîsa Komîsyona Edaletê daxwaza îqtîdara AKP-MHP'ê erê kir û ev pêşnûmeqanûn birin roieva meclîsê. Li meclîsê jî piştî niqaşên 2 rojan û li gel hemû îtîrazên muxalefetê dîsa bi denge AKP û MHP'ê pêşnûmeqanûna pergala Pir Baroyî li meclîsê qebûl kirin. AKP-MHP'ê pêşnûmeqanûna ku ji 28 xalan pêk dihat li meclîsê qebûl kirin. Li dijî vê yekê parlamenterên muxalif nerazîbûn û îtîrazên xwe anîn ziman.    Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullarî anî ziman ku ev pêşnûmeqanûn bi temamî li ser yek yekiyê hatiye avakirin û xizmeta feraseta yek milet, yek al, yek ziman û yek neteweyê dike û wiha got: "Dema li gorî wan her tişt yek be ne pirsgirêk e. Lê ji ber baro yek bû kirin pirsgirêk û bi vê guhertinê dê baroyan perçe bikin. Ji ber baro ne hevkarên wan in dixwazin perçe bikin û baroyên hevkarên xwe ava bikin. Îqtîdara AKP'ê bi vê yekê cudakariyê û perçekirinê dike. Ji bo îqtîdara xwe û bingehê xwe qehîm bike ev zagon guhert. Ev daxwaza rejîma yek mirovî ye."    ‘DABEŞ Û PERÇE BIKE Û BI RÊVE BIBE'    Parlamentera CHP'ê ya Hatayê Suzan Şahîn jî ewil parêzerên ku polîsan êrîşî wan kiribû silav kir û wiha got: "Kijan hikûmet bibe bila bibe parastin ewe ku li dijî binpêkirina heq û hiqûqan ji bo  parastina mafan îtîraz bike ye. Kesên ku îtîraz dike, AKP wan tehamul nake. Ji bo her kesên îtîraz dike bêdeng bike wan êrîşî baroyan dike. Armanc dabeş bike, perçe bike û piştre li gorî xwe bi rêve bibe ye. Ji ber vê yekê pir baroyî cudakarî û perçekarî ye. "    ‘AK BARO’   Parlamenterê Partiya ÎYÎ yê Denîzliyê Yasîn Ozturk, jî bang li hiqûqnasên di nava îqtîdarê de ne kir û got: “Dê dîrok van rojana jî binivîse. Niha we daraz xistiye torbeyekî û dixwazin bifetisînin. Ez ji parlamenterên ku parêzer û hiqûqnasin û ev pêşnûme îmze kirine dipirsim: Hûn dê karibin sibê rehet razên? Ma hûn qet xwe li ser strî hîs nakin? Parêzerên tevli Ak Baro nebûne, dê bi kijan talûkeyan re rû bi rû bimînin?"    Parlamenterê CHP'ê yê Semsûrê Abdurrahman Tutdere jî anî ziman ku li ser navê 140 hezar parêzer bi Wekîlê Serokê Koma AKP'ê re niqaş dike û wiha got: "Wekilê Koma AKP'ê ji mere dibêje 'em dê bi vê zagonê nûnertiya edaletê bikin. Min lêkolîn kir û AKP'ê li zanistiya matematîkê têgehek nû zêde kir. ‘AK Matik’ Erê li gorî ‘Ak Matik’ê 40=5.000 e. Yanî 40 û 5000 hezar beramberî hev in."    BAŞ: BAROYA PARALEL    Serokê Giştî yê TÎP'ê û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş jî anî ziman ku bi vê guhertinê armanc dikin ku baroyên paralel ava bikin û wiha got: “18 salin hûn zagonan diguherînin. Heta niha kijan zagon ji bo gel hat nûkirin? 136 hezar welatî ji kar û barê xwe bû ji erka xwe hat dûrxistin. 5.5 milyon welatî ketin tora EYT’ê. Çandinî can dide. Hûn xwezayê qetil dikin. We ciwan bê pêşeroj hiştine. Bi cînayetên kar û cînayetên jinan we reqor şikand. Niha jî hûn dixwazin baroyan teslîm bigirin.