Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin 2020-07-11 11:00:03   AGIRÎ – Duh li Agiriyê di saetên berê êvarê de baraneke zêde bariya û lehî rabû. Li gundekî nêzî navenda Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin.   Duh di saetên berê êvarê de li Agiriyê bareneke zêde bariya û bû sedema lehiyê. Li gundê Wêretega Jêrîn ê nêzî navenda Agiriyê, nêzî 100 mihên koçerên ku li zozanên gund bûn bi lehiyê re çûn û mirin. Gundiya gelek mihan jî ji lehiyê xelas kirin û bi troktoran kişandin gund. Dîsa li gundên Ezraîl, Sabûncî, Exta Jorê û Ahmedbegê kî zeviyên çandiniyê ji lehiyê xesar dîtin.