44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in 2020-07-11 09:30:38   ÊLIH – Li Êlihê pirsgirêka şebekeya avê didome. Ji ber ku şaredariya di destê qeyûm de ye xizmetek baş nade, herî kêm 44 hezar û 680 abone bê av dimînin. Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de gel mahkûmî jiyana bê tenduristî dikin.    Li Êlihê piştî di meha Adarê de qeyûm tayînî şaredariyan kirin, êdî pirsgirêka avê rû da û her ku diçe zêde dibe. Ji ber arîzeyan û nêzîkatiya DEDAŞ'ê li gel karebayê ava malan jî qut dibe. Bi taybetî piştî qeyûm tayînî şaredaiyan kirin, pirsgirêka herîkîna avê zêdetir bû. Li Êlihê hin rojan 4-6 saetan avê ji ser welatiyan qût dikin. Di çileyê havînê û pêvajoya vîrûsa corona de ji ber tunebûna avê welatî zor û zahmetiyan dijîn. Lê gel vê yekê Şaredariya Êlihê ku di destê qeyûm te ye bêdeng e. Sala par jî DEDAŞ'ê bi hinceta şaredariya di destê qeyûm de deynê karebeyê nedaye 3 rojan av ji ser bajar qut kiribû. Piştî di 23'ê Adarê de qeyûm cara duyemîn tayînî şaredariyê hat kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin ji 23'ê Nîsanê û heta niha ji ber pirsgirêka karebayê pirsgirêka belavkirina avê jî rû dide. Rêveberiya qeyûm qutkirina avê hinceta "Piranî qecax in û deynê xwe nedane" nîşan da.    Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, bi pêşniyarnameyekê ev pirsgirêk anîbû rojeva meclîsê. Lê heta niha tu gav nehat avêtin. Dîsa Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca heman mijar anî rojeva meclîsê. Lê tevî hemû serlêdan û daxuyaniyan heta niha li Êlihê ava 460 hezar û 955 aboneyan naherike. Lê li vir hêjmara aboneyên DEDAŞ'ê jî 163 hezar e. Ev jî nîşan dide ku qutkirina avê ne tenê bi DEDAŞ'ê ve girêdayî ye.   DIVÊ HER ROJÊ 69 HEZAR Û 250 TON AVÊ BIDIN ÊLIHÊ   Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de gel mahkûmî jiyana bê tenduristî dikin û wiha got: "Pir kêm avê didin welatiyan. Li gorî daneyên di destê me de li Êlihê 44 hezar û 680 abona nikarin sûdê ji avê bigirin. Her welatiyek rojê pêdiviya wî heri kêm ji 150 litre avê heye. Divê li tevahiya Êlihê herî kêm rojê 69 hezar û 250 ton av bidin bajar. Ev pîvana navneteweyî ye. Ev mîktar ji bo her kesî derbas dar e. Qeyûm diyar kir ku ji sedî 63 qaçaxên winda ne. Li kijan taxê çiqas av diçe nayê diyarkirin. Li gorî daneyan ji her saniyê 2.4 metrekup (2.4 ton) av didin bajar. Lê rojê ji 200 hezar û 360 ton av tenê 76 hezar û 723 ton av diçi nava bajar.  Divê avê bê heq û bi tenduristî bidin gelê Êlihê."