'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê 2020-07-11 09:14:13   MÊRSÎN - Hiqûqnasan ji bo hevdîtinên "pirbaroyî" yên li Meclîsê didomin, diyar kirin ku ev guherandin ji bo bêerkkirina û tepisandina baroyan e û gotin: "Ev yek wê bibe sebeba cihêkariyê."    Parêzerên li Edene û Mêrsînê, bertek nîşanî hevdîtinên "pirbaroyî" yên li Meclîsê didomin, dan. Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik, anî ziman ku hevpîşeyên wan ji bo pêşeroja vî gelî têdikoşin.    Çitirik, anî ziman ku pêşnûmaya "pirbaroyî" li dijî xala 135'an a Qanûna Bingehîn e û got, wê yekîtiya darazaî ya li welêt xera bike. Çitirik, anî ziman ku îqtidara siyasî dixwaz bi vî awayî dengê gel bitepisîne. Çitirik, got, wê li dijî pirbarobûnê bitêkoşin. Hevberdevkê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Mêrsînê Mehdî Zana Akkaya jî bal kişand ser zirarên guherîna tê xwestin bê kirin û got: "Ji xwe sererastkirina heyî pir kêm e, lê tiştakî ku îqtidar dixwaze bike tiştekî pir paşverû ye." Akkaya, anî ziman ku bi vê guherînê re tê xwestin ku awayê delegeyî yê yekîtiya baroyan bê guherandin û got: "Wê bi vê guherînê re di temsîliyetê de bêedaletî çêbibe. Çimkî wê baroyeke 40-50 endamên wê hene 4 delegeyan bişîne yekîtiya baroyên Tirkiyeyê, wê baroyeke 5 hezar delegeyên wê hene jî 4 delegeyan bişîne. Ev bêedaletî ye."    'CIHÊKARÎ'   Nûnerê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ê Mêrsînê Mehmet Altûntaş jî bal kişand ser talûkeyên ku dê ji ber "pirbarobûnê" derkevin holê û got, wekî her welatiyî fikreke siyasî ya parêzeran jî heye, lê belê gava karê xwe dikin vê yekê nadin der. Altûntaş, bilêv kir ku heger pergal bê guherandin wê parêzer li gor fikrên xwe yê polîtîk bên kategorîzekirin û wê li braoyên cuda xwe birêxistin bikin. Altûntaş, got: "Ev jî wê bibe sedema cihêkriyê. Ev ji bo welatiyan jî wiha ye."    Altûntaş, anî ziman ku ev guherîn bi kêrî civakê nayê û got: "Parêzerî perçeyeke lêgerîna ji bo edaletê ye. Em Komeleya Hiqûqnasên Hevdem em li ku birêxistin bin em ê li wir di nav çalakiyan de cih bigirin. Em alîgirê meseleyê ne. Em ê bibin perçeyeke organîzayonên ku bên kirin. Heya ji destê me bê em ê nehêlin ev pêşnûma di Meclîsê re derbas bibe."